AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar TV
pêncşem

17 kewçêr 2019

7:29:08
983241

Qonaxa yekem a plana ewlehîya pişkdarên Erebeînê li Dîyala Iraqê serkevtî cih hat

Komîteya Ewlehîyê ya Civata Parêzgeha Dîyala Iraqê ragihand ku qonaxa yekem a plana ewlehîya pişkdarên Erebeînê li Dîyala Iraqê bi awayekî serkevtî cih hat û dîyar kir: Heta vê gavê zêde ji 100 hezar îranî bi merema pişkdarîyadi merasima Erbeînê de ji sînorê Xosrewîyê derbasî parêzgeha Dîyalê bûne.

ABNA: Komîteya Ewlehîyê ya Civata Parêzgeha Dîyala Iraqê ragihand ku qonaxa yekem a plana taybet a dabînkirina ewlehîya merasima pirrcoş a pişkdarîya di çillê Imam Hisên (S) li wê parêzgehê de bêyî pirsgirêk bi dawî hat.

Serokê Komîteya Ewlehîyê ya Civata Parêzgeha Dîyala Iraqê Sadiq Hisêynî di hevpeyvîna digel Bexdad Al Yewmê de got: Ji 300 hezar kesên ku ji Dîyalê derbas bûne zêde ji 100 hezar kes îranî bûne ku ji sînorê Xosrewî-Menzerîyê derbasî axa Iraqê bûne û sazî û dezgehên ewlehîyê şev ş rojê berpirsê parastina pişkdarên meşa Erbeînê ne.

Wî herwiha got: Qonaxa duyem a plana taybet bi merasima çillê Imam Hisên (S) dê ji îro va destpê bibe ku dabînkirina ewlehîya rêya vegera pişkdarên merasima Erbeînê bi dû kutabûna wê merasimê digire ber xwe û ligorî hejmara zêde ya pişkdarên merasimê ku ji warên pîroz dizvirin parêzgeha Dîyalê, hewil hatîye dayîn ku rê tam bên kontrolkirin û seruberkirinê.

Serokê Komîteya Ewlehîyê ya Civata Parêzgeha Dîyala Iraqê Sadiq Hisêynî herwiha got: Ew plana dabînkirina ewlehîya rêyên bejayî jibo wan pişkdaran bû ku peya ji şarên curbicur ên parêzgeha Dîyalê bera xwe dabûn Bexdayê û ji wir va jî jibo pişkdarîya di merasima Erbeînê de bera xwe didian warên pîroz.

20`ê Seferê hevgavê 19`ê Cotmehê çillê şehîdbûna Imam Hisên (S) û hevrêyên wî yên wefadar li çola Kerbelayê ye.

..........
340