ABNA: Rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî hezretê Ayetullah Xaminêyî jî di vê merasimê de sipasîya ciwanan ji ber lidarxistina pirrcoş a merasima şîngêrîya jibo Imam Hisên (S) kir û ji wan re got: Dilpakbûn û nûranîbûna we ezîzan gellekî xenîmet e û ez hertim ji Xwedê teala dixwazim ku we hertim di rêya rast û durist de biparêze, ji ber ku heke hûn di rêya rast de bimînin, li welatê me û cîhan dê çaksazî pêk bên û civaka mirovantîyê jî ji qazancên wê yek; sûdmend bibe.
Herwiha Hucet ul Islam Seidî jî ku di wê merasimê de axivî, berxwedana gelê Îranê berxwedanek zanî ku ji berxwedana Imam Hisên (S) serekanî girtîye û got: Bereya serdest û zorbêj bi dû wê ye ku bi emrazên zef ên propagandê, şûna heq û batilê biguhere lê çawan ku hezretê Imam Secad (S) û hezreta Zeynebê (S) li Kûfe û Şamê bi axavtinên xwe hikûmeta emewî riswa kirin, roja îro jî divê mêdyayên bereya heq û rastîyê gotina Islam û Inqilabê bi awayekî xurt ragihînin û derewên pergala serdest aşkira bikin.
.........
340