Îro hemû kes li Meydana Şehîdan a Tebrîzê kom bûne û xatirê xwe yê dawî ji eyîdê mehrûma, wezîrê delal ê derve, Îmam Cuma(melaye Înîye) yê ezîz dixwazin.
Qeymeqam Pir Xebatkar û şehîdên din bi merasimada hatin oxirkirina şehîd Ayetullah Seyîd Îbrahîm Raîsî û 7 şehîdan dê li bajarê Tebrîzê ber bi Mûsela ve bên oxirkirin û ji wir jî bo Meşhedê bên veguhestin..
Îro gelê Azerbaycanê bi amadebûna xwe ya bi heybet di merasîma oxirkirina şehîdan de destaneke din afirand û îsbat kir ku heta niha jî li meydanê yekemin û qîmetê didin xizmetkarên xwe yên rast.
Hebûna hejmareke mezin ji kes û kesayetiyên welat û artêşê
Di merasîma oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê de, bi amadebûna hejmareke zêde ji xelk û kesayetiyên welat û artêşê, Serokê Encûmena Siyaseta Îmamên Îniyê yên welat, Hecetul Îslam wal Muslimîn Mihemed Cewad Elî Ekberî û Wezîrê Karên Navxweyî Ehmed Wehîdî axaftinek kir û gel sirûda Meda Ehl-ul Beytê(s.x) xwend.
Merasîma oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê danê sibê saet di 9:30 de dest pê kir, lê hebûna gel ewqas zêde ye ku êdî cihê mirovan nemaye û girseya gel gelekî zêde ye.
Piştî merasîma oxirkirinê, termê hezretê Îmam Cuma (Îmamê Îniyê )hezjeker roja pêncşemiyê li bajarê Tewrîzê û termê parêzgarê ciwan û kedkar yê Azerbaycana Rojhilat jî roja pêncşemiyê li bajarê Maraxê tê veşartin.
Helîkoptera birêz Raîsî ku berî du rojan ji bo seredana “Bendava Xodafrînê” û vekirina çend pirojeyên niştimanî û parêzgehan çûbû Azerbaycana Rojhilat, dema ku ji vê bendavê ber bi “Parafîneriya Tewrîzê” ve diçû, ji ber rewşa nebaş a hewayê qeza kir.
Tevî şandina bi dehan tîmên hawarhatinê yên bilez ji bo alîkariya serok û şanda pê re, lê ji ber hewaya mij û zehmetiya derbasbûna devera daristanî û çiyayî, hewlên dîtina helîkoptera ketî bi saetan dom kirin.
Herî dawî îro danê sibê komên alîkariyê yên gel û Heyva Sor, helîkoptera ketibû xwarê bi balafirên bêpîlot ên şopandina Îranê vedîtin.
Di vê ketina balafirê de birêz "Seyîd Îbrahîm Reîsî" Serokomar û hevalên wî ji wan birêz "Hisên Emîrabdollahiyan" Wezîrê Karên Derve, "Ayetollah Seyîd Mihemed Elî El Haşim" îmamê Înîyê yê Tewrêzê , "Malik Rehmetî" parêzgar. Azerbaycana Rojhilatî û herwiha berpirsê parastina serokatiyê Firokevan û ekîba firînê ya helîkopterê wek nîşana şehadetê xwe gihandine cem xwedê.
