Mamostayê zanîngehê Usame Eşref da zanîn ku divê Herêm û Bexda bi rêya navnetewî êrişên dewleta Tirk rawestîne û got; “Ji ber bombebaranên dewleta Tirk ziyanek mezin gihiştiye jîngeh û lawiran, gelek lawir koç dikin û gelek jî tine bûne.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kurdistanê bê navber dewam dikin, dewleta Tirk tevî êrişên ser sivîlan, jîngeh û xwezaya li Kurdistanê jî talan dike, ji ber êrişan bi hezaran donum daristan şewitîne, lawir mirine. Tevî hemû êrişên berçav jî hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêze, mamostayê zanîngeha Helebce Usame Eşref derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
Usame Eşref da zanîn ku Herêma Kurdistanê tevî ne xwediyê herêmek mezin ya pîşesazî û veguhestinê ye, herwiha xwedî hejmarek kêm ya niştecihane jî, lê li ser jîngehê metirsiyek mezin heye, roj bi roj pîsbûna av hewa û xakê zêde dibe. Usame dibêje; “Li gorî daneyan ger hejmara niştecihan ji sedî 2 zêde bike, divê jîngeh ji sedî 5 bê parastin. Nabe wekhev rêje were zêdekirin, ji ber ku hertim hejmara niştecihan zêde dibe û bi vê re jî kalîteya jiyanê jî dadikeve. Ev agirên ku bi qest ji aliyê welatiyan ve tê pêxistin, karesatin û sucên mezinin. Ji ber ku ev yek dijî xweza û lawirên dinava daristanê de tê bikaranîn, di warê yasayî dejî berovajiye. Pêwîste jîngeha xwe biparêzin, ger ev çêbibe wê xak, av û hewaya me jî bi tendurist be.”
Di dewama axaftina xwe de mamosta Usame Eşref derbarê bandora êriş û bombebaranên dewleta Tirk yên li ser jîngeha Kurdistanê de jî got; “Gelek caran welatên cîran ên dagirker jîngeha Herêma Kurdistanê bombebaran dikin, ev yek ziyanek mezin dide jîngehê, divê Herêm û Bexda li qada navnetewî rê li van êrişane bigre. Ji ber van êrişan xweza û lawirên kûvî tûne dibin û cihê jiyanê namîne. Dema darek tê şewitandin, bi salan ew dar weke berê lê nayê û lawir ji ber êrişan koç dikin.”
Di dawiya axaftina xwe de mamosta Usame got; “Divê Hikumeta Herêmê birêya peywendiyên li ser asta hikumeta Iraqê, herwiha li ser asta rêxistin û konferansên navnetewî liser mijarê de kar bike. Divê bivan rêyan metirsiya li ser jîngehê raxe ber çavan.”
