Li gor vê raporê, firokeya bêfirokevan yafa dûr û dirêj e û kariye serekî bi teqemeniya bilind hilgire.
Artêşa Yemenê vê dawiyê bi rêya firokeya bêfirokevan êrişî avahiyekê li navenda Tel Avîvê kir û bi derbasbûna ji hemû sîstemên berevaniyê û radarên Rejîma Siyonîstî û bi rêveçûna zêdetir ji 2000 kîlometran, erkê xwe bi serkeftî pêk anî.
Ev dîmen piştî wê yekê hatin belavkirin ku hêzên çekdar ên Yemenê roja Îniyê 29ê Tîrmehê bi firokeyeke bê firokevan, dilê Telavîvê kire armanc. Şervanên Rejîma Siyonîst êvariya roja Şemiyê 30`ê Tîrmeha 1403`an jî êrişî bajarê bendera El-Hedîdeyê li rojavaya Yemenê kirin. Di vê derbarê de Wezareta Tendirustiya Yemenê ragihand ku di vê êrîşê de 6 yemenî şehîd, 3 wenda bûne û 83 kesên din jî birîndar bûne.
Di vê derbarê de lîwa Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê tekez kir ku bersiva vê cinayetê dê ji bo siyonîstan teqez, mezin û bi êş be. Wî ragihand ku artêşa Yemenê bankek ji armancên xwe li Filistîna dagirbûyî heye ku baregehên leşkerî û ewlekarî yên hesas ên Rejîma Siyonîst tê de hene û li hemberî cinayetên rojane yên vê rejîmê li Zîvala Xezeyê dê berdewam bin li ser hedefgirtina van baregehan. .










