Bihareke xweş e ku navê ronî yê Resûlê Exlaqê Hezretî Muhammed Mistefa (s.x.a) erdê dixemilîne û jidayikbûna Resûlê Xwedê yê dawî û Pêxemberê Aştî û Dostaniyê tîne bîra mirov.
Roja 17ê Rebî ul Ewilê wek roja jidayîkbûna Pêxember (s.x.a) û Îmam Cefer Sadiq (s.x) tê zanîn. Ev roja pîroz di nav misilmanan de her dem bi pîrozbahî û merasîmên taybetî ve girêdayî ye.
