Li gorî vê raporê, li encama êrişa mûşekî ya Hizbullaha Lubnanê ser bajarê Neot Mordechai li bakurê erdên dagirbûyî, eskerek siyonîst hat kuştin û 4 eskerên din ên siyonîst jî di vê êrişa mûşekî de birîndar bûn.
Her wiha cîgirê fermandeyê 9308 lîwaya “Alon” a Rejîma Siyonîst li başûrê Lubnanê di şer û pevçûna ligel çekdarên Hizbullahê de hat kuştin.
Li nexweşxaneya “Zîf” a bajarê “Sefad”ê li bakurê navçeyên dagîrbûyî îro jî pêşwaziya 14 leşkerên birîndar ên artêşa Îsraîlê kir, ku di şerê li gel Heşda Şeibî li başûrê Lubnanê birîndar bibûn.
Sibeha roja Sêşemî 10`ê Çiriya Pêşîn a sala 1403`an, artêşa Israîlê destpêbûna operasyona bejayî li başûrê Lubnanê li dijî hêzên Hizbullaha Lubnanê ragihand.
................................
Dawiya peyamê/