6 November 2024 - 19:05
DadgehaCezayêyaNavneteweyî:Pêwîst e biryara girtinê ji bo Netanyahu were dayîn

Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî tekez kir, ku derxistina biryara girtinê bo serokwezîr Benjamin Netanyahu bûye karekî lezgîn û pêwîst.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (S.x) ABNA, Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî bal kişande ser vê yekê ku derxistina biryara girtinê ji bo serokwezîr Benjamin Netanyahu bûye karekî lezgîn û pêwîst.

Kerîm Xan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Spîegel a Almanî re got: “Gelo divê em li benda mirina her kesî li Xezzeyê bin da ku biryara girtinê ji bo Netanyahu derxin?”

 Wî got ku girtina tedbîrên pêwîst li hember karbidestên Îsraîlî divê neyên paşxistin û ew ne li derveyî yasayên navdewletî ne.

Hêjayî gotinê ye ku Kerîm Xan di 20ê Gulanê de ji Dadgeha Cezayê ya Navdewletî xwestibû ku ji bo Netanyahu û Yoav Galant wezîrê berevanî yê şerê Rejîma Siyonîst bi tawana jenosîd û cinayetên dijî mirovahiyê li dijî gelê Filistînê biryara girtinê bide. li Xezeyê ji 7ê cotmeha 2023an.

Kerîm Xan di vê hevpeyvînê de eşkere kir ku çima qanûn ji bo gelê Felestînê weke Ukrayniyan û Sûdaniyan nehatiye danîn û gelo dûrxistina navçeyeke erdnîgarî ji yasayên navdewletî rast e?


 ..............


 Dawiya peyamê/