8 December 2024 - 18:26
Li seranserî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de ji saet 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve ragihand.Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin:“Ji ber rewşa ewlekarî û awarte ya ku em li Sûriyeyê dijîn, ji bo parastina ewlehiya navxweyî û nehiştina kiryarên ku ziyanê digihîne ewlehiya welatiyan, em ji demjimêr 20.00’an (êvarê) heta 08.00’an (serê sibehê) qedexeya derketina derve radigihînin.”