Piştî wê yekê jêderekî leşkerî ji Wezareta Berevaniya Sûriyê ji rojnameya El-Mayadîn re ragihand, ku nûçeyên derbarê derbasbûna terorîstan li bajarê Hemayê derew in. Herwiha tekez kir: "Rewş li hemû deverên bajarê Hemayê ewle ye û hêzên me li hemû deveran bi cih bûne".
Vî rayedarê leşkerî yê Sûriyê got jî: Hêzên me ji bo rûbirûbûna her êrîşeke muhtemel li ser bajêr amade ne. Li gorî wî, balafirên şer ên Sûriyê û Rûsyayê û topxaneyên artêşa Sûriyê cihên terorîstan li gundewarê bajarê Hemayê kirin armanc.
Wî her wiha ragihand ku di van êrîşan de bi dehan terorîst hatin kuştin û alavên leşkerî û maşînên wan ên leşkerî jî hatin jinavbirin.
Di heman demê de, fermandarê polîsê Hemayê General Husên Cuma bersiva gotegotên derbarê ketina grûpên terorîstî bo nav bajarê Hemayê da û got: “Hêzên wan hatine avakirin û ti deverek çênebûye.
Heta rêxistina bi navê "Rêwangeha Sûrî ya Mafên Mirov" (dijî hikûmeta Şamê) jî ragihand ku endamên çekdar neçûne bajarê Hemayê û şer û pevçûn li derdora bajêr berdewam in.
Dawiya peyamê/