Li Tel Aviv, Yafa, Rishon Lezion, Aşdod, Ramat Gan, Elled, Ramleh, Herzliya û Rahofut dengê gulebarana pergalên parastina hewayî hat bihîstin.
Di vê derbarê de artêşa Siyonîst bi daxuyaniyekê ragihand ku bi sedema avêtina mûşekekê ji Yemenê, sîrenên hişyariyê li Telavîvê hatine aktîvkirin.
Medyaya Îbranî jî nivîsand ku di êrîşa wan de nêzîkî 2 milyon siyonîstên îşxalker reviyane sitargehan û 20 dagirker jî birîndar bûne.
Her wiha tê gotin ku Balafirgeha Ben Gurion a Tel Avîvê jî ji geştên hatinî û derketinê re girtî ye.
Dawiya peyamê/