Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Ji aliyê Partiya Yekitiya Misilmanên Pakistanê ve ji bo ragihandina hevgirtinê bi şîeyên herêma Paraçinar li Lahore ya Pakistanê, çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.
Beşdarên vê rûniştinê tekez kirin ku, heya vekirina rêyên ku diçin herêma Paraçinar a Şiyê dê çalakiya wan bidome.
Li aliyê din li bajarê Qereçoxê jî çalakiya rûniştinê ya alîgirên Partiya Yekitiya Misilmanan a ji bo piştevaniya bi gelê Paraçinar re didome.
Hêjayî gotinê ye ku rêya sereke ya navçeya Kurem a Paraçinar a Pakistanê 73 roj li pey hev ji ber bêewlehî û êrîşên komên Wehabî yên li dijî Şîeyan girtî maye û niştecihên Paraçinar niha li ber xelayê ne. Vê pirsê zincîra dabînkirina vê herêmê bi temamî têk biriye û nêzîkî 400 hezar rûniştvanên vê devera şîe xistiye rewşeke krîtîk.


