Di heman demê de Ensarullaha Yemenê ragihand ku êrîşên siyonîstan bandorê li biryardariya me ya ji bo piştgiriya ji gelê mezlûm ê Xezeyê nake.
Li gorî nûçeya El-Mayadîn, pêla êrîşên esmanî yên Îsraîlê ser Sana û Hudeydeyê navendên sivîlan (enerjî û lojîstîk) kirine armanc.
Çavkaniyên îstixbaratî û ewlehiyê tekez dikin ku ev êrîş bi hemahengî û piştgiriya Amerîka û Îngilistanê tên kirin.
Artêşa Siyonîst bi pêşbîniya berteka muhtemel a Ensarullaha Yemenê, sîstemên berevaniya hewayî û hêza hewayî ya xwe xistiye nav amadebaşiyê û li gorî agahiyan, ji tirsa êrişa mûşekî ya Yemenê, fermana hişyariya herî zêde li navçên dagirbûyî hatiye dayîn.
................................
Temamkirin...


