Belûç di konfêranseke rojnamevanî de roja Pêncşemê (6ê Çile) zêde kir ku wî deverên sînorî yên Afxanîstanê di çar êrîşan de kirin armanc.
Her çiqas wî derbarê hejmara diyar a kuştî û birîndarên vê êrîşê de tiştek negot jî, lê diyar kir ku di vê êrîşê de hejmarek ji şervanên TTPê hatine kuştin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Pakistanê got jî: Yekitiya axa Efxanistanê û parastina hevwelatiyên wî welatî karê me ye.
Wî diyar kir ku di navbera rayedarên Îslamabad û Kabîlê de di hemû mijaran de pêwendiyek heye û diyar kir ku Pakistan dixwaze bi Afganîstanê re hevkariyên bazirganî, transît, ewlehî û rêveberiya sînor xurt bike.
Ev di demekê de ye ku berpirsên hikûmeta demkî ya Afganîstanê hebûna penagehên TTP li vî welatî hertim înkar dikin.
Karbidestên Talîbanê êrîşa asmanî ya artêşa Pakistanê ya şeva Sêşemê ya li ser deverên parêzgeha Paktîka Afganistanê ku 46 kes kuştin, bi tundî şermezar kirin û soza tolhildanê dan.
Di daxuyaniyên herî dawî yên berpirsên Talîbanê de, Ebdulletîf Mensûr; Îro danê sibê Wezîrê Av û Enerjiyê yê Talîbanê bi wekalet di merasîmekê de bi helkefta 6ê Çileya Paşîn, salvegera êrîşa Sovyetê li ser Afganistanê, amaje bi êrîşa esmanî ya vê dawiyê ya Pakistanê kir û got: Afxanî gav bi gav bi tola wan.
................................
Dawiya peyamê/