27 December 2024 - 18:24
Êrîşa mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê ser paytexta Rejîma Siyonîst + vîdyo

Bajarê Telavîvê bû armanca êrîşa mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beytê (s.x) - ABNA - Medyayên Îbranî saetek beriya çalakkirina sîrenên hişyariyê li navçeyên navendî yên Filistîna dagirbûyî, tevî Telavîvê, paytexta vê rejîmê, ragihandin.

Radyoya Artêşa Siyonîst ragihand: Piştî ku mûşekek balistîk ji Yemenê ber bi navçên dagirbûyî ve hat avêtin, zengilên alarmê li navçeyên cuda hatin lêxistin.

Çavkaniyên medyayî yên vê rejîmê îdia kirin ku sîstemên berevaniyê yên artêşa Îsraîlî li ser mûşek an mûşekên balistîk ên Yemenê biser ketin.

Piştî siyonîst reviyan cihên ewle, heta niha 18 kes birîndar bûne. Her wiha seferên balafirxaneya Ben Gurion jî hatin astengkirin û derengxistin.

Hêzên çekdar ên Yemenê ragihandin ku dê di saetên pêş de derbarê vê operasyonê de daxuyaniyekê bidin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Siyonîst êvariya pêncşemiyê ragihand ku li berteka êrişên mûşekî û firokeyên bêfirokevan ên koma Ensarullaha Yemenê, li nav vî welatê erebî hedef girtin. Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, santralên elektrîkê yên "Hazîz" û "Ras Konatîb" û herwiha binesaziyên li benderên Hudeyde û "El Salif" jî bûne armanca êrîşa roja Pêncşemê.


.................................

Dawiya peyamê/