16 February 2025 - 08:06
Di êrîşa balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê otomobîlek kir hedef.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Çavkaniyên medyayî ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi firokeyên bêfirokevan êrişî otomobîlekê li ser rêya Cercu’e li herêma El-Tuffe li başûrê Lubnanê kir.

Di êrîşê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlî îdia kir ku di vê êrîşê de, hêmaneke Yekîneya 127 ya Hizbullahê ji ber beşdarbûna wê di êrîşa bi balefirên bêfirokevan de li ser herêmên dagirkirî yên hefteya borî kiriye armanc.

Hizbullaha Lubnanî di vê êrîşa firokeyên bêfirokevan de 2 şervanên xwe yên bi navên Ebas Ehmed Hemûd bi nasnav Reşad û Ehmed Heysem Ferhat bi nasnav Taha şehîd bûn.

Cihê êrîşa firokeyên bêfirokevan ên artêşa Îsraîlê li bakurê çemê Lîtanî ye û ev êrîşa firokeyên bê firokevan binpêkirineke eşkere ye ji rêkeftina agirbestê ya di navbera Lubnan û rêjîma Îsraîlê de.

................................

Dawiya peyamê

https://kmr.abna24.com/story/1527594