20 February 2025 - 13:35
232 rêxistinên qanûnî tekezî li ser nefroşkirina çekan bo sîyonîstên îşxalker dikin

Van rêxistinan tekez kirin ku welatên endamên Peymana Bazirganiya Çekan divê rasterast an nerasterast alavên leşkerî nefiroşin ji ber ku ew ji bo binpêkirina yasayên navdewletî û mafên mirovan têne bikar anîn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- 232 rêxistinên hiqûqî yên sivîl bang li welatên beşdar di bernameya hilberîna balafirên şer ên F-35 ên Amerîkayê de kirin ku alîkariya çekan û şandina parçeyên yedek a leşkerî ji bo herêmên dagirkirî rawestînin.

Van rêxistinan di daxuyaniyeke hevpar de tekez kirin ku Rêjîma Îsraîlî qanûnên navdewletî û mafên mirovan li Zîvala Xezze û Şerîeya Rojava binpê dike.

Di daxuyaniyê de her wiha amaje bi encamên wêranker ên êrîşên rejîma dagirker a Îsraîlê li ser zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve hatiye kirin. Rêxistinên ku vê daxuyaniyê îmze kirine, banga rawestandina demildest firotina çek û parçeyên yedekê yên leşkerî ji bo rejîma Îsraîlê kirin, bi taybetî balafirên şer ên F-35. Herwiha tekez kirin ku rêjîma dagîrker firokeyên F-35 ji bo ziyanan li xelkê Zîvala Xezze û Şerîa Rojava bi kar aniye.

Van rêxistinan tekez kirin ku welatên endamên Peymana Bazirganiya Çekan divê rasterast an nerasterast alavên leşkerî nefiroşin ji ber ku ew ji bo binpêkirina yasayên Navneteweyî û mafên mirovan têne bikar anîn.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye: Welatên beşdar di bernameya berhemanîna F-35an de bi awayekî karîgerî qanûnên têkildarî firotina çekan bi cih neanîne, yan jî nexwestiye wan yasayan cîbicî bike û dibe ku bi awayekî bijarte cîbicî bikin. Van rêxistinan herwiha pesendkirina Peymana Jenosîdê û soza "pêşîlêgirtin û cezakirina" jenosîdê di çarçoveya vê peymanê de destnîşan kirin.

Welatên ku beşdarî bernameya hilberîna F-35 dibin Awustralya, Kanada, Danîmarka, Îtalya, Hollanda, Norwêc, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Keyaniya Yekbûyî ne. Îsraîl bi piştgiriya Amerîkayê ji 7ê Cotmeha 2023an heta 19ê Çileya 2025an li Xezzeyê jenosîdeke mezin pêk anî û di encamê de nêzî 160 hezar şehîd û birîndar (piraniya wan zarok û jin) û zêdetirî 14 hezar kes jî winda bûn.

Di 19ê Çile de bi navbeynkariya Qeter, Misir û Amerîkayê di navbera Hamas û Îsraîlê de peymana agirbestê û pevguhertina girtiyan dest pê kiribû. Di peymanê de 3 qonaxên 42 rojan ji bo bidawîkirina jenosîda li Xezzeyê pêk tê.

https://kmr.abna24.com/story/1528100

__________

Dawiya peyamê