20 February 2025 - 18:00
Soza Sînwar ku piştî şehadeta wî pêk hat

Medyaya siyonîst îtiraf kir ku soza şehîd Yehya Sînwar a azadkirina girtiyên filistînî çend meh piştî şehadeta wî hat cîbicîkirin.

  Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, kanala 7`ê ya televîzyona Îsraîlê li berteka li hember berdana hejmarek zêde ji girtiyên filistînî li berdêla cenazeyên girtiyên siyonîst ên kuştî û hejmarek ji girtiyên zindî yên siyonîst li Xezzeyê, nivîsî ku Yehya Sînwar li ser soza xwe ya ji bo berdana girtiyên ku cezayê heta hetayê dixwin û mehkûmên dirêj dixwin cih girt.

Li gorî rapora vê şebeka siyonîst, lêkolîna El Cezîre liv û tevgerên Yehya Sînwar di dema ku bi dizî şerê li Tel Sultana Refahê birêve dibir, nîşan dide.

Medyaya Siyonîstî zêde kir: Belgefîlma El Cezîrê nîşan da ku Sînwar li maleke Refehê ku berê hêzên artêşê li wê derê operasyonê dikirin, nexşeyan dinirxîne.

Rojnameya Ma'ariw jî nivîsî: Belgefîlma ku El Cezîre belav kiriye piştrast dike ku Sînwar di dema şer de ji çûna li ser cadeyan netirsiya.