23 February 2025 - 04:21
Rêberê Şoreşa Îslamî: Kombûnên dijî sîyonîstan li Rojava, mînaka eşkerebûna îradeya Xwedê Telala ye

êberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî li hevdîtina digel wezîr, cîgir û rêvebirên wezareta Îtilaata Îranê, kombûnên dijî sîyonîstan li rojava mînaka eşkerebûna îradeya îlahî da zanîn.

Em ê di belaya xwe de li cem Pêxember (Silava Xudê lê bin) û Ehlê Beytên wî yên pak û silavên Xuda li wan hemûyan bin û bi wan sozên ku ji şehîdên bilind re hatiye dayîn re sebr û şînê bibînin. Ji ber ku dem dem pêdiviya civakê bi xwîna pak û bêguneh heye ku li erdê bê rijandin da Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Hezretê ayetulah Xamineyî Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê li hevdîtina wezîr, cîgir û rêvebirên Wezareta Îtilaata Îranê, parastina moral û nêrîna inqilabî li wezareta Îtilaatê di dereqa çendîn salan, ji taybetmendî û puenên vê wezaretxanê da zanîn û tekez kir :Wezareta Îtilaatê komeke bi rastî şoreşgêr û girêdayî şoreşê ye û çawa ku endamên berê yên wezaretê şoreşgêr man hêzên wê yên nû jî li ser rêya şoreşê dimeşin, ku ev yek neimetekî mezin e.

Wî her wiha tekezî ser hevkarî û hevahengiya dezgehên îtilaatî bi hev re li hemû astan, baldariya taybet a komên îtilaatî bo paqijkirina exlaqê kir û meselên menewyî jî giring û pêwîst dan zanîn .

Îmam Xamineyî di beşeke din ji axaftinên xwe de geşatiya şoregêrane li meşa 22 behmanê û hatina ciwan û nûcîvanan bo berevaniya ji şoreşê tevî dijminatiya mezin li dijî pergala Îslamî nîşana îradeya Xwedê ji bo pêşketina Îslamê di çarçoveya Komara Îslamî da zanîn û got: Nimûneyeke din a eşkerebûna îradeya îlahî, kombûnên li dijî siyonîstan li Ewropa û heta Emerîkayê û zêdebûna berçav a piştgiriya raya giştî ya cîhanî ji gelê Filistînê ye.Di destpêka vê hevdîtinê de Wezîrê Îtilaatê yê Îranê Hucetulislam Welmuslimîn Xetîb raportek li ser kar û bernameyên vê wezaretê derheq bêbandorkirina gefên ewlehî û derbeyên li serwîsên sîxoriyê yên dijmin xist rojevê.

Serepeyv