Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Tora El-Meyadîn a Lubnanê ragihand ku bi sed hezaran kes li seranserê Lubnanê beşdarî merasima cenazeyên her du şehîdên mezin Seyîd Hesen Nesrullah û Seyîd Haşim Safîyedîn bûn.
Toreyê diyar kir ku organîzatoran hejmara beşdaran 1,4 mîlyon texmîn kirine.
Dema ku cenazeyên van rêberên şehîd ketin nava girseyeke qelebalix a ku ji bo xatirxwestina xwe ya dawî li yarîgeha Kamil Şemûn kom bûbûn; Sirûdên “Labbayk Ya Nasrullah” û “Hayhat Mina-Zilah” li stadyumê deng veda û dildar û evîndarên berxwedanê û Seyîd Hesen Nasrullah di nava girî û nalîn de xatir ji rêberên xwe yên şehîd xwestin.
Nêzîkî pênc meh bi ser kuştina şehîd Seyîd Hesen Nesrullah û fermandeyên din ên Hizbullahê re derbas bûn û îro bi sed hezaran kes beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên wan bûn û rêz li berxwedêran û rêberên şehîdan girtin û soza xwe bi wan re nû kirin.
__________
Dawiya peyamê
