24 February 2025 - 08:39
Di hevdîtina di navbera serokên parlamentoya Îran û Lubnanê de hat gotin. "Berxwedan" ewlekariya Lubnanê aram dike / 1.25 milyon kes beşdarî cenazeyên şehîdan dibin

Serokê meclisa şêwra îslamî li hevdîtina bi serokê meclisa Lubnanê ra got: Berxwedan ji bo ewlehiya Lubnanê ye û vê rêxistina gelêrî îsbat kiriye ku ji bo ewlehiya welatê xwe dixebite û ev yek jî di têkoşîna wan a li dijî DAIŞ û Rêjîma Siyonîst de hatiye îsbatkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Ehl-ul Beyt (S.X) - ABNA-Muhemed Baqir Qalîbaf serokê meclisa şêwra Îslamî ku sefera Beyrûtê kiribû, êvariya roja yekşemî 25`ê Adara 1403`an, digel Nebîy Bêrî serokê meclisa Lubnanê hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de Qalîbaf amaje bi merasima bi heybet a oxirkirina şehîdên berxwedanê û pêşwaziya bêhempa ya xelkê kir û got: Bi dîtina we careke din kêfxweş im û pîrozbahiyê li we dikim ji ber kiryarên we yên bibandor di warê aramkirina Libnanê, lidarxistina hilbijartinan û piştevaniya ji Eniya Berxwedanê.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî her wiha got: Em di Komara Îslamî de piştevanî û erêkirina xwe ji lihevkirina ku li Lubnanê pêk hatiye û biryarên we radigihînin.

Qalîbaf amaje bi hevdîtina sibeha roja Yekşemê ya li gel Serokomarê Libnanê jî kir û got: Îro di hevdîtina xwe ya li gel Serokomarê Lubnanê de min behsa wê yekê kir ku em Hizbullahê weke beşek ji ewlekarî û hêza niştimanî ya Lubnanê dibînin.

Wî her wiha got: Biryara dewleta Libnanê ya rawestandina geştên esmanî yên di navbera Îran û Beyrûtê de, ji aliyê Amerîkayê ve ye û divê ev pirs bê çareserkirin. Planên Amerîkayê ji bo me, Sûriye û Rojhilata Navîn hene. Rêjîma Siyonîst dest ji tawanên xwe bernedaye û niha jî 5 xalên Libnanê vala nekirine û li bombebaranê berdewam in.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî destnîşan kir: Berxwedan ji bo ewlehiya Lubnanê ye û vê rêxistina gelerî îsbat kiriye ku ji bo ewlehiya welatê xwe dixebite û ev yek di têkoşîna wan a li dijî DAIŞ û Rejîma Siyonîst de jî hatiye îsbatkirin.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî amaje bi oxirkirina bi heybet a şehîdên berxwedanê kir û got: Cenazeyên îro xala zivirandina mezinahî û şîebûnê ye û bi awayekî zelal ruh û mezinahiya Nesrullah û berxwedanê nîşan da.

Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîy Bêrî jî ji ber amadebûna Qalîbaf û şanda Îranê ya di merasîma oxirkirina şehîdên berxwedanê de spasiya wan kir û got: “Piştî şehadeta Seyîd Hesen Nesrullah hest bi nîvê min çûye.”

Serokê Meclisa Lubnanê amaje bi merasîma cenaze kir û got: Îro fedekariyeke mezin hat dayîn. Texmînên destpêkê diyar kirin ku zêdetirî milyonek dused û pêncî hezar kes beşdarî merasîmê bûne. Tenê ji %26ê nifûsa Lubnanê. Helbet ev hebûna gelêrî û bi milyonan, girêdana kûr a gel û berxwedanê nîşan da. Berxwedan beşeke bingehîn a Lubnanê ye û gelê Lubnanê sipasiya wan kesan e ku li hember DAIŞ û Rêjîma Siyonîst berevaniya wan kirine.

Nebîh Berî, bal kişand ser yekitiya Lubnanê di warê lidarxistina hilbijartinan û avakirina hikûmetê de û got: "Di hevdîtina sêalî ya li gel serokomar û serokwezîr de, min tekezî li ser wê yekê kir ku divê ti daxuyanî ji bo dabînkirina mafên Lubnanê û neçarkirina dijminê Israîlî ji bo paşvekişîna Lubnanê paşguh neke." Berxwedan.

Got jî: eger Ereban ji Hemasê fêr bibûna û li dûv berxwedanê biçûya, rewşa me wiha nedibû. Niha Misrî jî di wê baweriyê de ne ku plana Trump ne pêkan e û divê niştecihên Gazzeyê bo vî welatî neyên veguhestin.

Nebîy Berrî destnîşan kir: Li gorî Îmam Mûsa Sedr rêya herî baş a afirandina yekîtiya neteweyî berxwedan e.

..............

Dawiya peyamê