Xwepêşandanên gel li Sûriyê li dijî îşxala siyonîst
Hin navçên Sûriyê li dijî Rejîma Siyonîst û li dijî dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatin lidarxistin.
Li gor raporta ajansa nûçeyan ya hejmarek ji welatiyên Sûriyê li bajarê Etman li derdora Der'ayê li dijî dagîrkeriya Israîlê û daxuyaniyên vê dawiyê yên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku pêgirî li ser berdewamiya dagîrkirina girên Golanê ji aliyê rejîmê ve kir.
Zêde Xwendin
Sefera nepenî ya Netanyahu bo herêma Cebel El-Şêx a dagirkirî li Sûriyê
Rejîma Îsraîlê dagirkirina Cebel El-Şêx a li Colana Sûriyeyê piştrast kir.
Hejmarek ji xelkê parêzgeha Swêdiyê jî li dijî dagîrkirina axa Sûriyê ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve, xwepêşandanek nerazîbûnê li dar xistin.
Welatiyên bajarê Basrî El-Şam li Sûriyê jî li dijî hebûna siyonîstên îşxalker li nav axa welatê xwe xwepêşandanek li dar xistin.
Di xwepêşandanên xwe de welatiyên Sûriyê tekezî li ser yekrêzî û parastina yekperçetiya axa welatê xwe kirin.
Hêjayî gotinê ye ku duh, piştî merasîma oxirkirina şehîdên Hizbullahê, serokwezîrê Îsraîlî tekezî li ser berdewamiya dagîrkirina Sûriyê li Sûriyê kir û got ku artêşa rejîmê ji Girên Colanê yên dagîrbûyî dernakeve.
Netanyahu her wiha îdia kir ku ew parêzvanê mafên Durzên Sûriyê ye û got ku ew ti carî tehemûlê wan kesên ku Durziyan tehdîd dikin qebûl nakin.
Rejîma Îsraîlê ji bo bihêzkirina hebûna xwe herî kêm 7 navendên leşkerî li herêmê zêde kirine û niha jî bi hemû rêyên leşkerî û aborî hewl dide hebûna xwe li başûrê Sûriyê bihêz bike.
Herî dawî li vê parêzgehê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên serbixwe û hêmanên çekdar ên ser bi hikûmeta nû ya di bin bilindahiyên Colanê de qewimîn û rejîma Israîlî bi niyaz e ku ji vê derfetê ji bo masîgiriyê di nav avên gemar de û pêşdebirina siyasetên xwe yên berfireh û dagîrkerî li Sûriyê bikar bîne.
Dawiya peyamê/
