27 February 2025 - 09:50
Li Xezzeyê ji ber hewaya sar pitik dimirin

Qirkirina Siyonîst Îsraîl li Xezzeyê dewam dike.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Rejîma Siyonîst navendên tenduristiyê û alavên pizîşkî li zîvala Xezzeyê kirine armanc û jinavbirin û ji ber sermaya zêde 7 zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Munîr el-Berş ragihand ku pitika 2 mehî ya bi navê Sila Abdulkadîr ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest da. Berş da zanîn ku ji ber sermaya cemedê ya li Xezzeyê heta niha 7 zarok mirine û banga destwerdana lezgîn li saziyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir.

Berş tekez kir ku rêjeya mirina bi taybetî di nav zarokên nûbûyî de zêde bûye û sedema herî mezin jî wêrankirina armanckirî beşên neonatalî û beşên lênêrîna giran ên li nexweşxaneyên bakurê Xezzeyê ye.

Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezzeyê Îsmaîl el-Sewwabîte diyar kir ku Îsraîl dorpêçkirina xwe ya sîstematîk a li ser gelê Xezeyê didomîne. Sevabite got ku Îsraile pabendi peymanen ku ji bo alikariyen mirovahiye ü hewcedariyen sereke dikevin Xezzeye nagire ü astengkirina alikariya mirovatiye dewam dike.

Sevabite her wiha got, sraile bi qest ketina xwarin, derman ü sotemeniye asteng dike ü ev yek büyera mirovatiye ya li Xezzeye zedetir dike.

Sevabîte destnîşan kir ku rewşa însanî ya li Xezzeyê gihîştiye asta felaketê û diyar kir ku bi sed hezaran Filistînî di bin sermaya zêde, barana zêde û şert û mercên giran da di bin konan da têkoşîna jiyanê didin.