Îmam Sadiq (S.X) Wusa difermin: Kî sê rojên dawî yên Şe'banê rojî bigire û eger ew meha Remezanê rojî bigire, Xwedê xelata rojîya du mehan li pey hev ji wî re hesab dike.
(Wesaîl el-Şi'a, bergê 7, r. 375, h. 22)
Her wiha weke ku di emelên hevpar ên meha Şe'banê de hatiye gotin, şandina xêr û bereketên zêde yek ji emelên vê meha pîroz e, lewra em xwe bisepînin ku di rojên dawî yên Şe'banê de xêr û bereketan û salawat bişîninliser pêxember û alê wî.
Werin em Dua lêborînê bixwînin û ji Xweda lêborînê bixwazin da ku em ji Xwedayê mezin efûya xwe wergirin û bi efûyê têkevin meha remezana pîroz.
