Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Rojnama sûrî "Nîda Harb" duh di raportekê de li bara plana siyonîstên dijî Iraq û Sûriyê bi navê pirojeya "Derbasbûna Dawûd" belav kir û li hember girêdana her du welatan hişyarî da.
Di raporê de tê gotin: "Ev proje ne tenê derbasgeheke asayî ye, lê bombeyeke demkî ya jeopolîtîk e ku aramiya Rojhilata Navîn dike armanc." Derbasbûna navborî beşek ji xewnên Siyonîst e ji bo berfirehkirina nifûza stratejîk li navçê û gurkirina nakokiyên navçeyî.
Di berdewamiya raporê de tekez kir: Yek ji encamên vê plana Rejîma Siyonîst, dê tundkirina destwerdanên Tirkiyê li bakurê Sûriyê, navçeyeke girîng ji bo Enqerê, be.
Rojnameyê her wiha got: Îran û Iraq bi tundî li dijî vê pirojeyê û destwerdana Rejîma Siyonîst li navçê ne. Ev dergeh dikare bibe cihek ji bo piştgiriya aborî ji komên terorîst re bi rêya qaçaxçiya neft û çekan. Ev yek jî dikare di dawîyê de bibe sedema perçebûna Sûrîyê, li gorî rewşa niha ya welat.
................................
Dawiya peyamê
4 March 2025 - 10:16
News ID: 1540341

.Rojnameyeke sûrî bal kişande ser pilana Rejîma Siyonîst ku li dijî Iraq û Sûriyê wek bombeyeke demkî tevdigere
Your Comment