Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Lîwa Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê sibeha çarşemiyê ragihand ku vî welatî ji nû ve qedexeya li ser tevgera gemiyên girêdayî Rêjîma Siyonîst sepandiye.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand: Ji ber siyasetên stemkar ên siyonîstan, keştiyên girêdayî Rêjîma Siyonîst careke din li Behra Sor, Behra Ereb û Tengava Bab Ul-Mendab ewle nabin û ji bo Hêzên Çekdar ên Yemenê wek hedefeke rewa tên hesibandin.
Wî tekez kir: "Ev qedexe ji dema ku ev daxuyanî hatiye weşandin, derbas dibe." Her keştiya Îsraîlî ku hewl bide vê qedexeyê binpê bike dê di nav qada operasyonê ya ku hatiye ragihandin de bibe hedef.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand: Ev qedexe heta vekirina dergehên zîvala Xezzeyê û giheştina alîkariyên xurek û pizîşkî û pêdawîstiyên wan dê berdewam be.
Serî her wiha got: "Em silavan li gelê xwe yê bitekoşer ên Filistînê yên li Zîvala Xezze û Şerîeya Rojava dikin û tekez dikin ku em li kêleka berxwedana wêrek a filistîniyan radiwestin."
Seyîd Ebdulmelîk El-Hûsî rêberê Ensarullaha Yemenê beriya niha di axaftina xwe ya derbarê geşedanên li Xezeyê de gotibû: "Em li ser helwêstên xwe yên di derbarê muhleta şandina alîkariyên ji bo Zîvala Xezzeyê de radiwestin û hêzên çekdar jî ji bo operasyonan amade ne." Ger di dema diyarkirî de alîkarî negihêje Zîvala Xezzeyê, ji dema ku muhletê bi dawî bibe dê tevgera leşkerî dest pê bike.
................................
Dawiya peyamê/
Your Comment