16 March 2025 - 00:24
Zêdebûna aloziyan li Sûriyê; Çalakiyên Tirkiye û Heyet Tahrîr El Şam li dijî berjewendiyên welatên herêmê

Civînên herêmî yên derbarê Sûriyê de ku bi armanca kêmkirina fikara ewlehiyê ya welatên cîran pêk tên, bûne derfetek ji bo bihêzkirina pozîsyona Tirkiyê û Heyet Tehrîr El-Şam. Qebûlkirina serkirdeyên komê di van hevdîtinan de statûya wê ji rêxistineke terorîst veguherî aktoreke siyasî ya rewa û hişt ku Tirkiye bandora xwe li Sûriyê berfireh bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlul Beyt a Navneteweyî (s.x)- ABNA- şer û pevçûnên berdewam li Sûriyê di navbera hêzên Heyet Tehrîr El-Şam û kêmîneyên curbicur ên vî welatî de bûye yek ji xemên sereke yên welatên cîran. Di vê derbarê de, roja yekşemiya vê heftiyê, Emmanê paytexta Urdinê mazûvaniya civîna wezîrên derve yên Urdin, Sûriye, Lubnan, Iraq û Tirkiyê kir. Beşdarên civînê, bi derxistina daxuyaniyeke ji 11 xalan, piştgiriya xwe ji bo xebatên nûavakirina Sûriyê û wergirtina piştgiriya navdewletî ji bo pirojeyên ku armanca wan bi lez û bez başkirina rewşa wî welatî di şer de ye, nîşan dan.

Kesên ku di civînê de amade bûn, herwiha tekezî li ser rakirina sizayan li ser Sûriyê kirin, ji bo asankirina avadankirinê û bihêzkirina hevkariyên aborî û sermayerazandinê bi taybetî di warên enerjî û veguhestinê de. Her wiha tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste şert û mercên vegera aram û berdewam a penaberên Sûriyê bên çêkirin û erkên civaka navdewletî di vî warî de cîbicî bibin. Di dawiya vê daxuyaniyê de, ji bo şopandina cîbicîkirina biryarên civîna yekem, gera duyem a vê civînê di meha Nîsanê de li Tirkiyê tê lidarxistin.

Nêrîna welatên cuda li ser yekîtiya axa Sûriyê

Yek ji mijarên girîng ên ku di civîna Emmanê de hat rojevê, piştgirîkirina yekîtiya axa Sûriyê bû. Beşdarên civînê tekez kirin ku ewlekarî û aramiya Sûriyê garantiya ewlehiya navçeyê ye û her kiryareke girûp û aliyekî ku ewlehî, serwerî û yekparçeyiya axa vî welatî bike armanc tê şermezarkirin.

Aliyên ku di civînê de amade bûn, destdirêjiya rejîma Israîlê bo ser axa Sûriyê û metirsiya li ser yekparçeyiya axa Sûriyê şermezar kirin û daxwaza vekişandina dagîrkeran û rêzgirtina ji rêkeftina agirbesta sala 1974`an a di navbera Sûriyê û Rêjîma Israîlê kirin. Tevî ku bi awayekî eşkere hemû endamên civînê ev prensîba girîng qebûl kirine, lê divê were zanîn ku welatên cîranên Sûriyê xwediyên berjewendî û armancên cuda û carna nakok in, ku gihandina her cure lihevhatinekê zehmet dike.

Ji ber ku Sûriye beşek ji cîhana erebî tê dîtin, welatên ereb hewl didin yekparçeyiya axa wî welatî bi awayê niha biparêzin. Weke mînak Iraq piştevaniya yekparçeyiya axa Sûriyê dike û li dijî her parçebûna welat e.

Urdun herwiha dixwaze yekparçeyiya axa cîranê xwe yê ku şer lê ketiye biparêze, ji ber sînorê xwe bi Sûriyê re û nîgeraniya li ser çûna çek û madeyên hişber ji wî welatî bo nav axa xwe. Her ku grûpên terorîstî li Şamê bi hêz dibin, nîgeraniya Urdinê ji derbasbûna van grûpan bo navçên sînorî û belavbûna nearamiyê li ser axa wê zêde bûye.

Herwiha Urdin û Iraq jî ji dagîrkirina axa Sûriyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve dilgiran in û bi her awayî hewl didin yekitiya axa vî welatî biparêzin. Ji ber ku ji dema şerê dawî yê Ereban bi Rêjîma Siyonîst ve, berfirehkirina axa vê rejîmê, weke ku îro tê dîtin, bêmînak bûye û rewşa Sûriyê nîşan daye ku bêîstîqrarî li welatên Erebî dê baştirîn derfet ji bo serkirdeyên Telavîvê ji bo pêkanîna projeya “Nîl heta Feratê” bide.

Ji ber ku Tel Avîv ti sînoran ji bo axa xwe ya soza xwe nas nake û heta niha sînorên xwe yên navneteweyî diyar nekiriye, ev yek bûye sedema panîkê di nava Ereban de. Ji ber vê yekê, li gorî pêşhatên vê dawiyê li navça rojavaya Asyayê û plana Netanyahû ya ji bo avakirina "Îsraîla Mezin" nîgeran in ku Rejîma Siyonîst piştî Sûriyê, hewla dagîrkirina beşek ji Urdin û Iraqê jî bide.

Libnan jî ku yek ji cîranên Sûriyê ye û sînorê wê bi hev re heye, herwiha piştevaniya yekparçeyiya axa wî welatî dike û li dijî her destwerdaneke derve ye, ji ber ku nîgeran e li ser belavbûna bêewlehiyê bo sînorên xwe.

Lê berovajî vê yekê, Tirkiyê tevî piştgiriya xwe ya fermî ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, pêşî li girtina kurdan û nehiştina avakirina herêmeke kurdî ya xweser li bakurê Sûriyê girtiye. Di deh salên borî de, Tirkiyê hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyê bi behaneya rûbirûbûna grûpên cudaxwaz ên kurd bihêztir kiriye û niha jî ku komên opozisyonê hatine ser desthilatê, hewl dide ji van şert û mercan sûd werbigire bo gihîştina bi armancên xwe yên mezin.

Tirkiye bi alîkariya komên çekdar ên di bin fermandariya xwe de û bi êrîşên li ser herêmên di bin kontrola Kurdan de, dixwaze van herêman bi dest bixe û gefên li ser sînorên xwe ji holê rake. Lê ev siyaseta destwerdanê, li şûna ku alîkariya vegerandina aramiyê bike, dê bibe sedema zêdebûna bêewlehiyê li Sûriyê.

Ji bo Urdun, Îraq û Lubnanê pêwîst e ku li Sûriyê hikûmeteke bihêz ava bikin û birêve bibin; Hikûmeteke ku karibe li dijî îşxala sîyonîstan bisekine. Lê Tirkiye ji bo ku hebûna xwe ya leşkerî li wir rewa nîşan bide û herêmên bibandor li bakurê Sûriyê ava bike, dixwaze hikûmeteke navendî ya qels li Sûriyê hebe.

Aktorên cuda pênaseyên cuda yên terorê

Yek ji mijarên ku di civîna Emmanê de hatin behskirin, şermezarkirina terorê bi hemû şêweyan û hevkarîkirina ji bo rûbirûbûna wê bi tedbîrên leşkerî, ewlehî û bîrdozî bû. Beşdaran herwiha tekezî li ser avakirina jûreyek operasyonên hevbeş ji bo hevahengiya şerê dijî koma têrorîst a DAIŞê û piştevaniya ji hewlên navçeyî û navdewletî kirin. Lê pênaseyên cuda yên terorê hene, bi taybetî di nav cîranên Sûriyê de.

Tirkiye tenê komên Kurd ên li Sûriyeyê çalak in terorîst dibîne û daxwaza hilweşandina van koman dike. Lê ev welat ji bo 37 komên serhildêr ên li Şamê ne xwedî nêrîneke wiha ye û di avakirina hikûmetê de piştgiriya wan dike. Ev mijareke ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di civîna Ammanê de careke din behsa wê kiriye. Wî tevî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû pêkhateyên civaka Sûriyê xwe ji her aloziyekê dûr bixin, lê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dijminê hevbeş ê Iraq, Sûriye û Tirkiyê ye û nîşan da ku Enqere amade nîne ti tawîzan bide komên kurdî.

Ev yek di demekê de ye, ku Hêzên Sûriya Demokratîk ku Tirkiyê wan xistiye lîsteya terorîstan, roja Yekşemê bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re peymanek ji hevtêgihîştinê îmze kir û li gorî wê rêkeftinê, hêzên Kurdî dê di nav pêkhateyên ewlekarî û siyasî yên Sûriyê de bên yekkirin.

Urdun û Îraq girûpên weke Tehrîr el-Şam, yên ku meyla Îslamî û girêdana wan bi Birayên Misilman re hene, wek metirsiyek li ser ewlekariya niştimanî ya xwe dihesibînin, û niha ku vê girûpê serkirdayetiya hikûmeta Şamê girtiye ser xwe, wan nîgeraniya xwe derbarê performansa wê ya paşerojê de nîşan dane.

Ji bo Urdunê, ku cîranê Sûriyê ye, pirbûna rûkalên li welêt û nakokiya berjewendiyên hêzên ku dixwazin para xwe ji "kekê sûrî" bi dest bixin, wek metirsiyek li ser ewlehiya neteweyî ya welat tê hesibandin û dibe ku lêçûnên aborî yên giran li Emmanê ferz bikin. Bi dîtina vê yekê ku bi sedan hêzên tekfîrî yên Urdinê di şerê navxweyî yê Sûriyê de hebûne û hene, berpirsên Emmanê nîgeran in ku ev hêz bi îlhama serkeftina opozîsyona Sûriyê, heman senaryoya Sûriyê li Urdinê cîbicî bikin.

Urdun jî nîgeran e ji zêdebûna bazirganiya madeyên hişber ji Sûriyê ber bi axa xwe ve û ev nîgeranî bi zêdebûna têrorîstan di pêkhateya hikûmeta Sûriyê de zêde bûye.

Îraq, ku ewlekariya wê ya nîsbet ji ber metirsiyên curbecur hatiye dorpêçkirin, herwiha nîgeran e ku hêmanên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam careke din rê li ber derketina terorîstan li ser axa wê vekin.

Libnan herwiha terorîzmê wek metirsî li ser aramiya xwe ya navxweyî dibîne, bi taybetî ji ber hebûna grûpên tundrew li navçeyên sînorî û metirsiya belavbûna kirîza Sûriyê li ser xaka wê.

Di nava van fikaran de Tirkiye îspat kiriye ku di têkoşîna li dijî terorê de tu carî nebûye hevparê pêbawer. Enqere hertim bi behaneya rûbirûbûna têrorîsmê destêwerdan di karûbarên welatên cîran de kiriye û di heyama deh salên derbasbûyî de bi danasîna hin komên cudaxwaz wek metirsiyek li ser ewlehiya niştimanî ya xwe, pêgeha xwe li Iraq û Sûriyê bihêztir kiriye.

Niha bi hêzbûna komên çekdar li Sûriyê, Tirkiye êdî xwe di bin gefa van koman de hîs nake. Lê rewş ji bo Iraq û Urdunê cuda ye û ev welat ji ber metirsiyên ewlehiyê yên ji Sûriyê derdikevin nîgeran in. Sedema vê yekê jî ew e ku Eniya Tehrîr el-Şam di van sê mehên borî de, bi tawanên ku li dijî kêmîneyên Sûriyê pêk anîne, nîşan da ku ew ne bijardeyek pêbawer e ji bo rêveberiyê.

Ji ber vê yekê, niha çavkaniya sereke ya bêîstiqrarê li Sûriyê heman komên terorîst in ku niha li Şamê desthilatdariya xwe bi dest xistine û sivîlan dikujin û îdia dikin ku şerê paşmahiyên hikûmeta berê dikin. Di encamê de ger Heyet Tehrîr El-Şam û komên girêdayî wê di qada navneteweyî de bên naskirin, ne

mimkûn e ku komkujiyeke qanûnî û rêxistinkirî li dijî dijberên xwe pêk bînin.

Tirkiye û Tehrîr El Şam tenê aliyên serketî yên civînên herêmî ne

Tevî ku welatên Erebî ji bo kêmkirina nîgeraniyên xwe yên ewlekarî derbarê grûpên terorîstî yên Sûriyê de, beşdarî civînên herêmî yên derbarê Sûriyê de bûne û hîn jî hêviyên pêşhatên siyasî û ewlekarî li vî welatî bi erênî nanirxînin, lê ev civîn ji bo Tirkiyê û hikûmeta demkî ya Ebû Mihemed El-Culanî li Sûriyê wek karteke boriyê tê dîtin ji bo şopandin û bicihanîna pîlanên xwe yên azwerî.

Hebûna serkirdeyên Komîteya Tehrîr el-Şam di civînên herêmî de, wek amadebûna El-Colanî di civîna Komkara Erebî û Esed El-Şeibanî, wezîrê derve yê hikûmeta demkî, di civîna Urdinê de, tê wateya guhertina statûya vê grûpê ji rêxistineke terorîst bo aktorekî siyasî yê rewa, di heman demê de ku vê grûpê ti kiryarek ji bo parastina mafên mirovan di warê parastina mafên mirovan de nekiriye , û bêçekkirina girûpên tekfîrî yên biçûk û mezin (ji ber ku ev girûp di eslê xwe de girûpeke terorîstî ye û xwedî bîrdoziyên tekfîrî ye ku koka wê ji El Qaîde û DAIŞê ye!).

Bi domandina têkiliyên xurt bi Heyet Tahrîr El-Şam re, Enqere dikare ji vê rewşê sûd werbigire û cihê xwe li Sûriyê berfireh bike û xurt bike. Tirkiye ji ber piştgirîkirina komên terorîst ên li Sûriyeyê bi taybetî Heyet Tehrîr El Şam rastî rexneyan hat. Lewma hebûna serokên vê komê di civînên herêmî de tê wateya qebûlkirina rola wê ya siyasî û di encamê de kêmkirina zextên dîplomatîk ên li ser Tirkiyê. Yanî eger Eniya Tehrîr El-Şam weke aliyekî bibandor di civînên herêmî de cih bigire, wê Tirkiye weke aktoreke sereke ya birêvebirina geşedanên li Sûriyê were naskirin.

Bi giştî nakokiya berjewendiyên cîranan û aktorên eleqedar li Sûriyê ne tenê tu pirsgirêkan çareser nake, lê rê li ber berdewamî û heta berfirehkirina destwerdanên derve jî vedike. Di vê rewşê de tenê serketî Rejîma Siyonîst e ku ji vê derfetê ji bo cîbicîkirina planên xwe yên berfirehxwaz sûd werdigire.

Di encamnameyê de divê bê gotin ku geşedanên dawî nîşan didin ku civînên herêmî yên derbarê Sûriyê de, ne tenê alîkariya çareserkirina kirîza Sûriyê nekirine, belkî rê li ber bihêzkirina pêgeha aktorên ku di Sûriyê de cih digirin, ango Tirkiyê û Heyet Tehrîr El-Şam jî vekiriye. Qebûlkirina vê komê di hevdîtinên dîplomatîk de zextên li ser Enqereyê kêm kiriye û derfet daye ku bandora xwe li Bakurê Sûriyê berfireh bike. Ji aliyekî din ve, nakokiyên navbera welatên navçê û welatên cîranên Sûriyê jî, nehiştine ku çareseriyeke hevbeş ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê çêbibe. Di vê navberê de Rejîma Siyonîst di vê rewşê de tekane serkevtî ye ji ber ku ji bêîstiqrariya navçê sûdê werdigire ji bo pêşdebirina armancên xwe yên berfirehtir.

**************

/Dawiya peyamê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha