Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Çavkaniyên medyayê ragihandin ku firokeyên şer ên Îsraîlê bi tundî êrişî deverên curbicur ên Zîvala Xezzeyê kirin.
Li gorî vê raporê, di vê gera êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê ser zîvala Xezzeyê de 131 welatiyên filistînî şehîd bûn ku piraniya wan jin û zarok bûn.
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku armanca van êrîşên esmanî bidestxistina armancên şer ên ku ji aliyê refên siyasî ve hatine destnîşankirin û ji wan jî azadkirina hemû dîlên siyonîst li zîvala Xezzeyê ye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz derbarê ji nû ve destpêkirina êrîşan li ser Zîvala Xezzeyê got: "Em îşev vegeriyan şerê li Xezeyê ji ber redkirina Hemasê ji berdana rehîneyan û gefên ku dê zirarê bidin leşkerên Îsraîlê û civakên Îsraîlê."
Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger Hamas hemû rehîneyan bernede, dê deriyên dojehê li Xezeyê vebe û qatil û êrişkerên Hamasê dê bi hêzên ku berê wan nas nekirine re rûbirûyê artêşa Îsraîlê bibin."
Wezîrê berevaniya Îsraîlê tekez kir: "Heta ku hemû revandiyên xwe venegerin malên xwe û hemû armancên şer pêk neyên em dest ji şer bernadin."
Koşka Spî her wiha ragihand ku rejîma Îsraîlê beriya êrîşan li ser zîvala Xezzeyê bi Wașingtonê re şêwiriye.
................................
Dawiya peyamê/
Your Comment