Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Tulay Hatimoglu di twîta xwe de diyar kir ku girtina Îmamoglu, rojnamevan û şaredaran nayê qebûlkirin û ew vê yekê red dikin.Wî ev girtin wek operasyoneke siyasî bi nav kir û got ku e v kiryar aloziya civakî li Tirkiyê zêdetir dike.Tuncer Bakirhan jî di twîta xwe de wiha gotiye: Girtina Îmamoglu, rojnamevan û şaredaran êrişeke eşkere ser demokrasî û vîna gel e. Bakirhan her wiha got: Em vê neheqiya ku li dijî vîna gel e, red dikin û bi tundî wê şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku bila demlidest dev ji vê rêya şaş berde û rêzê li xwesteka gel bigre.
Serepeyv
Your Comment