Li gorî nûçeya Ajansa Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- Di encama êrîşa Rejîma Îsraîlê ya li ser herêma Tulîn a li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî raporê Elhedes, Ji aliyê din ve rojnameya Yedioth Ahronoth ragihand ku li navenda Îsraîlê dengê teqînên bihêz hatine bihîstin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku êrîşên Îsraîlê bo ser başûrê Lubnanê berdewam in.
Çavkaniyeke leşkerî ya Lubnanê jî ragihand, lêkolînên destpêkê nîşan didin ku mûşekên ku li herêmên dagirkirî hatine avêtin, ji curê kevin bûne.
Wî her wiha hevahengiya tam a artêşa Lubnanê bi hêzên UNIFIL re ji bo şopandina pêşhatên li ser erdê ragihand.
Di heman demê de medyaya Libnanî ragihand ku Hizbullah li Lubnanê Serok û Serokwezîrê Lubnanê agahdar kirine ku ew li dû agirbestê ne.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku li başûrê Lubnanê li dijî bargehên avêtina mûşekan û navenda fermandariya operasyonê ya endamên Hizbullahê êrîş pêk anîn.
Artêşê zêde kir ku hêzên Hizbullaha Lubnanî li cihên armanckirî amade bûn.
Hêjayî gotinê ye ku bi êrîşa mûşekî ya Lubnanê bo ser navçên dagirbûyî û berteka lezgîn û bilez a Rejîma Siyonîst li hember vê êrişê, sînorên başûrî yên Lubnanê carek din aloz bûne.
..............
Dawiya peyamê/
Tags
Lubnan
Îsraîl
Your Comment