23 March 2025 - 21:58
Artêşa Yemenê bi dagirkeran re şer dike û êrîşî Balafirgeha Ben Gurion dike

Berdevkê artêşa Yemenê Yehya Serî bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişeke din a mûşekî bo ser firokexaneya Ben Gurion û rawestandina seferên firokexaneyê ji bo zêdeyî nîv saetê hatiye ragihandin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Yehya Serî berdevkê artêşa Yemenê ragihand ku me bi mûşeka balîstîk a supersonîk "Filistîn 2" li Firokexaneya Ben Gurion a li herêma Yafa ya dagirbûyî kir hedef.

Berdevkê artêşa Yemenê li vê daxûyaniyê got: "Hêzên mûşekî yên Yemenê bi armanca piştevaniya ji gelê mezlûm ê Filistînê û piştgiriya ji berxwedana wêrek a wan, firokexaneya Ben Gurion li devera dagirbûyî ya Yafayê bi mûşekeke balîstîk a supersonîk a Filistînê kirin armanc û bi îzna Xwedê ev operasiyona hanê bigihê armancên xwe û zêdetirî nîv saetê li balafirgehê rawestiya."

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: “Li hember êrişên Amerîkayê ku di heyama çend saetên borî de bi dehan êriş li ser welatê me pêk anîn, hêzên me yên esmanî bi bikaranîna hejmarek mûşek û firokeyên bê firokevan êrişî gemiya firokehilgir “USS Harry Truman” a Amerîkî û hejmarek ji gemiyên şer ên dijmin li deryaya Sor kirin, ku çend demjimêran berdewam kir.

Yehya Serî tekez kir: "Hêzên çekdar ên Yemenê bi spartina Xwedê, dê li hember vê êrişa cinayetkar rûbirû bibin û bi wêrekî bersiva zêdebûna aloziyê bidin."

Li dawiya vê daxûyaniyê, artêşa Yemenê heta bidawîhatina êrişan û rakirina dorpêça li ser zîvala Gezeyê, li piştgirî û berevaniya ji gelê mezlûm Filistînê û rêgirtina li derbasbûna gemiyên Israîlî ji navça operasyonê ya ku berê hatibû ragihandin, dewam dike.

Dawiya peyamê/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha