Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Çalakiyên protestoyî yên ku ji 19’ê Adarê ve didomin, di nava wan de rojnamevan, xwendekarên zanîngehê û nûnerên partiyên siyasî jî hene gelek kes hatin binçavkirin.
206 kesên bi îdiaya “Qanûna xwepêşandan û meşan binpê kirine” hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin 64 kes hatin girtin, cezayê hepsa malê dan 7 kesan. Îfadedayîna binçavkiriyan hîn jî didome.
Endamên Partiya Çep Yagmûr Gundogan, Ûtkû Ozay, Ûfûk Demîrbîlek û Fatih Atlay, Serokê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) yê Stenbolê Ahmet Dîncel û endamê Meclisa Partiyê yê TKP’ê Arda Haciyûsûfoglû jî di nav de 6 endamên TKP’ê, endama MYK’ê ya Ciwanên Kedê Selînay Ûzûntel, nûçegihanê AFP’ê Yasîn Akgul, nûçegihanê wêneyan yê ÎBB’ê Kûrtûlûş Arî, nûçegihanê NOW’ê Alî Onûr Tosûn, rojnamevan Zeynep Kûray, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam û Bulent Kiliç hatin girtin.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hindir ji 19’ê Adarê û vir ve hezar û 418 kes hatine binçavkirin.
Your Comment