25 March 2025 - 12:25
Nûçeyên Rojavayê Asya û Rojhilata Navîn Îngiltere li dij wargehên nû yên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ye

Wezîrê Rojhilata Navîn ê hikûmeta Brîtanyayê, di heman demê de li hember biryara rêjîma Israîlî ya derbarê avakirina 13 bajarokên nû li Şerîeya Rojava, ev pêngav bi binpêkirina yasayên navdewletî wesif kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlul Beytê (s.x)- ABNA- wezîrê karên rojhilata navîn ê Brîtanyayê biryara Rejîma Siyonîst a li ser avakirina 13 bajarokên nû yên siyonîst li Şerîeya Rojava ya dagirbûyî şermezar kir.

Li gorî vê raporê, wezîrê Rojhilata Navîn ê dewleta Brîtanyayê tekez kir: Avakirina niştecihbûnên nû li Kenara rojava, ewlehiya filistîniyan û herwiha ya Îsraîlî tehdîd dike û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Wî her wiha got: Îsraîl divê tundûtûjiya niştecihan li dijî filistîniyan rawestîne, firehkirina niştecihan rawestîne û dev ji plana tevlêkirina keviya rojava bi axa xwe berde.

Çend roj berê medyaya Îsraîlê ragehandibû ku, kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê avakirina 13 bajarokên Siyonîst li Kenara Rojava pesend kiriye û ji niha û pê de ev bajarok dê wek bajarên serbixwe bên hesibandin.

Ev plan ji aliyê Smotrich, wezîrê darayî yê kabîneya Netanyahu ve hatiye pêşniyarkirin û li gorî wî, ev yek dê asankariyê bide berfirehkirina niştecihên li Kenara Rojava.

......................

/Dawiya peyamê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha