31 March 2025 - 11:58
Rêberê Şoreşê: Ger Amerîka tiştekî xirab bike, dê rûbirûyê êrîşeke dijwar û bi tundî lêbixên

Rêberê Giranqedr ê Şoreşê Îslamî got: "Gefên xirab dixwin, helbet eger xirabî bê kirin, em îhtimaleke mezin nabînin ku xirabî ji derve were kirin, lê eger xirabî bê kirin, teqez dê rastî êrîşeke dijwar a berovajî bibin. Û eger wek salên berê li hundirê welêt hizir bikin, dê gelê Îranê bi xwe bersiva wan bide."

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x)- ABNA- bi minasebeta pîroz a Cejna Remezanê, xelkê bawermend ê Îrana Îslamî bi beşdarbûna li nimêja Cejna Remezanê spasiya meheke xizmet û rojiyê kirin. Navenda vê şiyarbûna manewî, nimêjgeha Tehranê bû ku nimêja bi heybet a Cejna Remezanê bi serperestiya Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê Giranqedr ê Şoreşê Îslamî li wir hat lidarxistin.

Agahiyên berfireh li ser gotinên Rêberê Şoreşê Îslamî ya Îranê li xutbeyên nimêja eyda Remezanê û dîmenên zêde wê paşê bên weşandin.

Beşek ji gotinên Rêberê Şoreşê Îslamî di xutbeyên nimêja cejna Remezanê de: Di vê meha Remezanê de îtîbara Qur'anê bi awayekî eşkere xuya bû; Berbelavbûna sifreyên xêrxwazî ​​û fitarê li mizgeftan, li perestgehan, li kolanan û li navendên giştî.

Tevlêbûna civînên nimêjê bi coş, qelebalix bû, nemaze di nav ciwanan de. Hemû pêkhate, bi her awayî beşdarî vê merasîmê bûn.

Dawiya meha Remezanê bi vê meşa bi coş û watedar derbas bû. Di roja îna dawî ya meha Remezanê de gelên Îranê dest bi tevgereke mezin kirin û ji vê kombûna gel a mezin gelek tişt ji cîhanê re hatin ber çavan. Kesên ku divê têbigihin, yên ku hewce ne ku neteweya Îranê nas bikin, ji vê kombûna we ya mezin a li Tehranê û li bajarên cuda yên mezin û biçûk gelek peyam wergirtin. Mirov karîbû vê peyamê ragihîne û karekî pir girîng pêk anî.

Tirbûna vê meha Remezanê dilê hemû rojîgirên alema Îslamê tirş kiriye û ew tirş di bûyerên xwînrêj ên Xezze, Lubnan û Filistînê de derketiye holê.

Dîsa jenosîd, dîsa zarokkujî, dîsa piştgirîya Emerîkayê ji cinayetên Rejîma xirapkar û dagîrker a Siyonîst, dîsan alîkarîya xirabîyên vê koma qatil û têrorîstên ku îro Filistînê zevt kirine û li ser Filistîn û gelê Filistînê desthilatdar in. Alîkariya van kesan kirin, piştgirî dan van kesan.

Di daxuyaniyên siyasî yên Rojavayiyan de we bihîstiye ku behsa hêzên wekîl dikin. Miletên leheng ên herêmê ciwanên xîretkêş ên herêmê bi wekaletiyê tohmetbar dikin; Dixwazim bibêjim ku li vê herêmê tenê hêzek wekalet heye, ew jî rejîma fesad û desteserkar a Siyonîst e.

Rejîma Siyonîst li ser navê kolonyalîstan agir berdide, jenosîd dike, tawanan dike û eger derfet bi dest xwe ve bîne, çawa ku niha destdirêjiyê li Sûriyê dike, dê welatên din jî dagir bike.

Di daxuyaniyên kolonyalîstan de yên ku bi pere û medyaya xwe dinyayê birêve dibin, teror sûc tê dîtin. Lê ji bo vê rejîma xerab, sûcdar, teror heram e û destûr e.

Ger kesên din mafên xwe an axa xwe biparêzin, ew wek terorîst têne binavkirin; Lê Rejîma xerab a Siyonîst bi eşkere jenosîd dike, zarokan dikuje, gelan dike hedefa xwe, kesan qetil dike û heta bi eşkereyî radigihîne ku van kiryaran pêk aniye.

Lê çavên kolonyalîstên rojavayî ji van sûcan re girtî ye; Ne tenê bertek nîşan nadin, bi vê yekê jî bi ken, piştgirî didin wê, heta alîkariya aborî û çekan jî dikin.

Kiryarên Rejîma Siyonîst, kiryarên wan, bi awayekî eşkere kiryarên terorîstî ne û Amerîka û hejmarek ji hikûmetên rojava piştevaniya wan dikin û hinekên din jî çavdêrî û çavdêriyê dikin. Rejîma Siyonîst di heyama kêmtir ji 2 salan de, vê dawiyê nêzîkî 20 hezar zarok şehîd kirine û dê û bavên wan di xema wan de mane.

Yên ku sloganên mafên mirovan berz dikin, tenê temaşe dikin, li hemberî wan ti gavan navêjin. Miletên cîhanê bi hêrs û xemgîn in. Bi qasî ku dizanin haya wan ji gelek mesele, sûc, welat û miletên dinyayê tune. Eva ku hûn dibînin li kolanên Ewropa û heta Amerîka jî li dijî Rejîma Siyonîst sloganan diavêjin, ji ber agahîyên wan kêm e. Ger bêtir agahdariya wan hebe, ew ê bêtir bikin.

Encama gotina min ew e ku divê ev koma cinayetkar ji Filistînê bê derxistin û bi îzna Xwedê û qudreta Xwedê wê ji holê bê rakirin.

Divê her kes bizane ku helwestên me wek berê ne û dijminatiya Amerîka û Rêjîma Siyonîst jî wek berê ye.

Tehdît dikin ku xerabiyê bikin. Helbet eger xerabî bê kirin, em îhtîmaleke mezin nabînin ku xerabî ji derve were kirin. Lêbelê, heke xirabî were kirin, ew ê bê guman bertekek xurt bistînin. Û eger wek salên berê hizra vê yekê bikin ku di hundirê welêt de fitneyekê pêk bînin, dê gelê Îranê bixwe bersiva wan bide.

................................

Dawiya peyamê/

 Tags

 Rêberê Înqilaba

Ayetullah Xamineyî

Nimêja Cejna Remezanê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha