-Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Roja Cîhanî ya Qudsê îsal di demekê de hat lidarxistin ku Rejîma Siyonîst tevî cinayetên xwe yên bêmînak li şerê Xezzeyê, ji dema damezrandina xwe ve di lawaztirîn haletê de ye. Ji aliyeke din ve êdî eniya berxwedanê tenê bi çend welatên navçê re sînordar namîne, belku xelk ji çar aliyên cîhanê daxwaza berevanî, piştgirî û tevlîbûna li eksena berxwedanê li şerê dijî Rejîma Siyonîst dikin.
Pispor û nivîskarê Iraqî Qasim Selman El-Ebûdî di daxûyaniyek taybet de bal kişand ser girîngiya roja cîhanî ya Qudsê û got: Dema ku Îmam Xumeynî (re) sala 1979`an banga Roja Qudsê kir, Filistîn tenê welatek bû ku ji aliyê siyonîstan ve ji aliyê terorîzma cîhanî ve hatiye dagirkirin. Fikra dagîrkeriyê bi kûrahî di bawerî û dîtinên rêberên ereb û îslamî de bû û Filistîn bûbû welatekî dagîrkirî. Van welatan ji bilî hindek alîkariyên mirovî bi izna siyonîstên îşxalker tu hewil nedan bona azadkirina Filistînê. Lê banga îna dawî ya meha pîroz a Remezanê û binavkirina vê roja pîroz di vê meha pîroz de wek roja cîhanî ya Qudsê, pîvanên cîhanî li Rojhilata Navîn guhert.
Bangewaziya roja cîhanî ya Qudsê, şoreşa Filistînê ji şoreşa tenê ya meş, xwenîşandan û dirûşmeyan veguherand şoreşa çekdarî li dijî siyonîstên îşgalker. Şoreşa Filistînê qonaxên nû girt û hevsengiya hêza leşkerî guhert.
Li pişt vê şoreşa qehremanane, Komara Îslamî ya Îranê bi hemû cesaret û qehremaniya xwe rawestiya. Ji ber vê yekê Komara Îslamî ya Îranê bi sedema piştevaniya berfereh ji gelê Filistînê li rûbirûbûna bi dagîrkerên siyonîst ku li dijî hikûmetên dijberê wan reftarên terorîstî dikirin, ji aliyê welatên rojava ve rastî dorpêçeke aborî ya xeniqî hat. Li gel vê dorpêça dijwar, Îran rastî şerên curbicur ên dijwar û nerm hat.
Yek ji xêr û bereketên roja cîhanî ya Qudsê ku ji banga ebedî ya Îmam Xumeynî (re) çêbûye, Bahoza Eqsayê ye ku piştî jibîrkirina meseleya Filistînê ji nû ve zindî kir. Bahoza El-Eqsayê tevgereke li qadên herêmî yên têkoşîna li dijî siyonîstên îşgalker e û tevahiya Rojava li pişt wê radiweste. Ji ber vê yekê komployên dijmin bi armanckirina serkirdeyên siyasî û leşkerî yên eksena berxwedanê dest pê kir ku vê eksê ji piştgiriya doza Filistînê dûr bixe. Ziyanên berxwedanê gelek giran bûn û kêmî zerar û ziyanên dijminên siyonîst di vê têkoşînê de nebûn, lê pirsa herî girîng ku niha tê kirin ev e ku gelo piştî şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah, Seyîd Haşim Safî Eldîn, Sinwar û Heniyeyê, eksena berxwedanê lawaz bûye yan şikestiye?
Îstîxbarata leşkerî diyar dike ku şehadeta rêberê mezin Seyîd Hesen Nesrullah ne kurên Eniya Lubnanê ji pêkanîna erka xwe ya rewa li rûbirûbûna bi îşxalkerên siyonîst dûr xistiye û ne jî birayên lîwayên Îzzeddîn Qesam ji berdewamiya riya xwe. Belê, wendakirina serkirdeyên eniya Hizbullahê xisareke mezin e, lê piştî şehadeta Seyîd tabloya leşkerî kêm nebû. Berevajî vê yekê, zarok û alîgirên Hizbullahê gelek bi israr bûn ku di şerê namûs û şerefê de bi heman pîvan û bernameyên şehîd Seyîd Nesrullah şer bikin. Eger têkçûna dewleta Lubnanê û teslîmbûna wan ji rejîmên Ereb ên Kendava Farsê re nebûya, şerê bi Rejîma Siyonîst re nedisekinî. Belê, dibe ku Rejîma Siyonîst di qonaxek ji şer de bi ser ketibe, lê niha navenda berxwedanê bi amadebûna tam bo rûbirûbûna vê rejîmê ye.
Ji ber vê yekê em dibînin ku girîngiya roja cîhanî ya Qudsê di wê yekê de ye ku di navbera eniya rast û xelet de xeteke zelal xêz kiriye. Hemû kesên ku bi vê rojê û pîroziya Mescida Eqsayê bawer kirin, xwe li eksena berxwedanê dan û bi vê eksena pîroz a ji quretiyê re nabêjin rûmetdar bûn, di demekê de ku gelek kes bi doza Filistînê re bazirganiyê kirin û ji wê paşde vekişiyan.
Me û hemû cîhanê dît ku ew kesên ku di şerê dijî Rejîma terorîstî ya Siyonîst de ji Xezzeyê piştgirî kirin, mezlûm û mezlûmên vî miletî ne ku dirûşma “Ji quretiyê netirsin, her kes ji Xwedayê mezin bitirsin” berz kirin. Ji ber vê yekê em bûn şahidê xurtkirina eniyên piştgiriyê û guhertina hevsengiya hêza leşkerî li tevahiya Rojhilata Navîn.
Em di wê baweriyê de ne ku vekişîna eksena Sûriyê ji xeta têkoşîna dijî Rejîma Siyonîst tevî komploya siyonîst-amerîkî ya bi armanca dagirkirina axa Sûriyê û berfirehkirina Rêjîma Siyonîst ber bi sînorên Iraqê ve, dê xelkê navçê ji metirsiya mezin a ku li serê wan tê, hişyar bike.
Di rastiyê de tevî normalîzekirina bi zorê ya peywendiyan bi hin welatên erebî re, gelê herêmê dê ji koma xwe şiyar bibe û bibe beşeke girîng a eksena berxwedanê, eksena ku bi serbilindî li hember terorîzma cîhanî ya siyonîst û ajanên wê yên ne rewa li Sûriyê an hin welatên Kendavê ku bi bêdengî ketine nav aliyê rûreşî û rûreşkirinê bi asayîkirina siyonîst re, rawestin.
Di dawiyê de em dibînin ku banga Roja Cîhanî ya Qudsê bingehek zexm e ku dê Filistînê ji gemariya terorîstên siyonîst rizgar bike û belkî cejna din a roja Qudsê li Filistînê piştî rizgarbûna ji nîrê îstîsmara cîhanî be.
.............
Dawiya peyamê
Tags Roja Qudsê Xezze Filistîn Iraq Bahoz Eqsa
Your Comment