6 April 2025 - 12:15
Muftiyê Lubnanê derbarê planên cudaxwaz ên Amerîka û Îsraîlê de hişyarî da

Şêx Qeblan: Divê em dev ji Lubnanê bernedin û bi destê Îsraîlê û planên Amerîkayê yên ku bi kêrî Telavîvê ten, em ji welatê bi navê Lubnan rizgar bibin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Hevdem digel amadebûna “Morgan Ortegas” cîgirê nûnerê taybet ê dewleta Amerîkayê bo karûbarên rojavaya Asyayê li Beyrûtê, “Şêx Ehmed Qeblan” muftiyê Lubnanê Ceferî tekez li ser parastina serweriya netewî ya vî welatî kir.

Wî bi weşandina daxûyaniyekê ku di çarçova "pêşniyarekê" de ji rayedarên Lubnanê re hate weşandin, got: Ev pêşniyar ji berpirsiyariya neteweyî tê; Ji ber ku Lubnan welatê me hemûyan e û metirsiyên navdewletî yên wek volkanê ji her alî ve Lubnan dorpêç kiriye.

Şêx Qeblan her wiha hişyarî da li hember hîlê û neyrengên Amerîka û Rêjîma Siyonîst, wiha dewam kir: Nabe ku em Lubnanê biterikînin û bi êrişa Îsraîlê û planên Amerîkayê yên ku bi kêrî Telavîvê tên, em ji welatekî bi navê Lubnanê rizgar bibin.

......................

Dawiya peyamê

Tags

berî

Lubnan

emrîka

Rejîma Siyonîst

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha