Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- eşkerebûna rojnama amerîkî ya New York Times`ê li bara kuştina bi qestî ya kedkarên alîkariyê li Refehê li başûrê zîvala Xezeyê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve bû sedema berteka mezin di nav rêxistinên navneteweyî yên alîkariyê de û hêrsa wan li pey xwe anî û Amerîka û welatên rojavayî wek piştgirên sereke yên cinayetên Zêdeyî li ber xwe didin.
Sûcê dagirkeran di kuştina keçeke 6 salî de ku cîhan hejand.
Di 29'ê Çileya 2024'an de, zarokê 6 salî yê filistînî "Hind Receb" li gel hin xizmên xwe piştî ku artêşa siyonîst fermana valakirina navçê derxistibû, li herêma Tel El-Havî ya bajarê XezEyê bi otomobîlê derdiket û tankên Rejîma dagirker gule li wan reşandin.
Di êrîşa tankên Rejîma Siyonîst ser vê otomobîlê, hemû kesên ku li kêleka Hind Receb bûn, şehîd bûn û ew bi tenê di nava otomobîlê de ma û tirsiya. Di wê rojê de Heyva Sor a Filistînê bi Hind Receb re têkilî danî û ev keça 6 salî ya filistînî ji ber tirsa xwe bersiva personelên Heyva Sor da û got ku tankek li otomobîla wan gulebaran dike. Di danûstendina tomarkirî de, qêrînên tirsnak ên Hind Recab têne bihîstin.
Hind Receb daxwaza alîkariyê ji Heyva Sor kir, û rizgarker piştî çend demjimêran gihîştin piştî çendîn telefonan bo wergirtina destûrê bo ketina nav devera ku otombêla malbata vê keça biçûk têde bû armanc, lê wan tiştek nedît, û termên kesên di otombêlê de piştî du hefteyan hatin dîtin.
Awayê kuştina Hind Receb û malbata wî cîhan hejand û di medya û torên civakî de gelek bertekên xwe peyda kirin.
Di wê demê de artêşa Îsraîlê îdia kiribû ku dest bi lêkolînê kiriye û lêkolînên destpêkê nîşan didin ku hêzên Îsraîlî li nêzî cihê bûyerê nebûne. Lê pisporên Neteweyên Yekbûyî di lêkolîna xwe ya tîrmeha borî de gihîştin wê encamê ku vekolîna cihê vê tawanê îsbat dike ku cihê otombêla malbata Hind Receb ji nêzîk ve ji çavê tanka artêşa Israîlî û hêzên wê bûye û îsraîlî rasterast teqe li vê otomobîlê kirine.
Herwiha encama lêkolîneke navdewletî li zanîngeha Goldsmiths li Londonê nîşan da ku di otomobîla malbata Hind Receb de 335 qulên guleyan hene û ev gule ji dûrahiya 23 metreyan hatine avêtin, lewra ne mimkûn e ku ji dûriyeke wiha nêzîk de, êrîşkar nebîne ku kesên di otomobîlê de sivîl in, di nav wan de zarok jî hene.
Rêzefîlmên skandalên Îsraîlê; Ji çîroka Hind Receb heta kuştina rizgarkeran
Aşkerekirina asta tawanên siyonîstan di kuştina bi qestî ya kedkarên alîkariyê yên ku ji bo alîkariya birîndaran û gelên dorpêçkirî çûne Refehê, mînakek ji derewa Rejîma dagîrker ji bo rewakirina tawanên xwe eşkere dike û îsbat dike ku ev rejîm bi piştevaniya welatên rojava û Amerîkayê, xwe ji tu tawanan dûr nagire.
Li gorî rapora Ajansa Navnetewî ya Tesnîm`ê, eşkerebûna rojnama amerîkî ya New York Times`ê li bara kuştina bi qestî ya kedkarên alîkariyê li Refehê li başûrê zîvala Gezeyê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve bû sedema berteka mezin di nav rêxistinên navneteweyî yên alîkariyê de û hêrsa wan li pey xwe anî û Amerîka û welatên rojavayî wek piştgirên sereke yên cinayetên Zêdeyî li ber xwe didin.
Sûcê dagirkeran di kuştina keçeke 6 salî de ku cîhan hejand.
Di 29'ê Çileya 2024'an de, zarokê 6 salî yê filistînî "Hind Receb" li gel hin xizmên xwe piştî ku artêşa siyonîst fermana valakirina navçê derxistibû, li herêma Tel El-Havî ya bajarê Xezayê bi otomobîlê derdiket û tankên Rejîma dagirker gule li wan reşandin.
Di êrîşa tankên Rejîma Siyonîst ser vê otomobîlê, hemû kesên ku li kêleka Hind Receb bûn, şehîd bûn û ew bi tenê di nava otomobîlê de ma û tirsiya. Di wê rojê de Heyva Sor a Filistînê bi Hind Receb re têkilî danî û ev keça 6 salî ya filistînî ji ber tirsa xwe bersiva personelên Heyva Sor da û got ku tankek li otomobîla wan gulebaran dike. Di danûstendina tomarkirî de, qêrînên tirsnak ên Hind Recab têne bihîstin.
Hind Receb daxwaza alîkariyê ji Heyva Sor kir, û rizgarker piştî çend demjimêran gihîştin piştî çendîn telefonan bo wergirtina destûrê bo ketina nav devera ku otombêla malbata vê keça biçûk têde bû armanc, lê wan tiştek nedît, û termên kesên di otombêlê de piştî du hefteyan hatin dîtin.
Rejîma Siyonîst (Îsraîl), Zîvala Xezze,
Awayê kuştina Hind Receb û malbata wî cîhan hejand û di medya û torên civakî de gelek bertekên xwe peyda kirin.
Di wê demê de artêşa Îsraîlê îdia kiribû ku dest bi lêkolînê kiriye û lêkolînên destpêkê nîşan didin ku hêzên Îsraîlî li nêzî cihê bûyerê nebûne. Lê pisporên Neteweyên Yekbûyî di lêkolîna xwe ya tîrmeha borî de gihîştin wê encamê ku vekolîna cihê vê tawanê îsbat dike ku cihê otombêla malbata Hind Receb ji nêzîk ve ji çavê tanka artêşa Israîlî û hêzên wê bûye û îsraîlî rasterast teqe li vê otomobîlê kirine.
Tevahiya çîroka şehîdbûna xebatkarên alîkariyê di vê cinayeta Rejîma Siyonîst de ev e ku saet 5:20 sibeha roja 23`ê Adarê, tîmeke hevpar a ji endamên tîmên Berevaniya Sivîl û Heyva Sor û yek ji rêxistinên navneteweyî yên alîkariyê li bersiva bangewaziyên birîndar û dorpêçkirî li devera Tel-Rojava ya bajarê Refahê li başûrê bajarê Refahê, ber bi vê navçê ve çûn.
Di wê demê de artêşa siyonîst êrîşên dijwar birin ser devera navborî. Tîm paşê bi unîforma û çakêtên porteqalî di du ambûlansan û motoreke agirkujiyê ya bi nîşaneyên parastina sivîl ên navneteweyî û çirayên pêxistî gihîştin wir.
Demek kin piştî çûna van rizgarkeran ber bi herêma Til Sultan ve, pêwendiya wan bi wan re qut bû û piştî çend demjimêran ji hatina wan bo herêma navborî, artêşa dagirker ew herêm weke herêmeke leşkerî ragihand.
Di 30ê Adarê de, piştî 8 rojan, Heyva Sor a Filistînê ragihand ku wê termê 14 xebatkarên alîkariyê dîtine, ji wan 8 ji tîma Heyva Sor, 5 ji tîma Berevaniya Sivîl û karmendekî ajansa Neteweyên Yekbûyî li Refahê.
Cenazeyên van şehîdan di goreke komî de hatin dîtin, hinek ji wan jî bi kelepçe û şopên guleyan di ser û sînga wan de hatin dîtin. Cenazeyên van rizgarkeran bi qasî 200 metre ji maşînên wan dûr bûn û maşîne jî hatin rûxandin.
Roja 31ê Adarê, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser ambûlansan red kir û ragihand, ku ev otombîl bêyî ku çirayên xwe vêxin û bêyî ti nîşanên nasnameyê, bi guman nêzîkî hêzên Îsraîlê bûne û ev yek jî bûye sedem ku hêzên artêşa Îsraîlê êrîşî wan bikin.
Lê di raporta New York Timesê ya duh de hat weşandin, hat dîtin ku li gorî vîdyoyek ku karmendekî Neteweyên Yekbûyî li ser telefona desta ya yek ji van xebatkarên alîkariyê dîtiye, hemû îdiayên Îsraîlê yên di vî warî de tên redkirin. Di vîdeoyê de tê dîtin ku ambûlans û motorên agirkujiyê bi zelalî hatine nîşankirin û dema ku hêzên Îsraîlî gule li wan reşandine çirayên sînyala wan a acîl jî pêxistiye.
Pîvana sûcê siyonîstan di qirkirina tîmên rizgarkirinê de
Îna bihurî Heyva Sor a Filistînê di civîneke çapemeniyê de li baregeha Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku wan ev fîlm pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kiriye. Ev vîdyoya ku ji hêla têlefona desta ya xebatkarek rizgarkirinê ve hatî kişandin, nîşan dide ku karwanek ambûlansan û motorek agirkujiyê bi çirayên dibiriqînê danê sibê li başûr li ser rêyek bakurê Refahê diçin. Karwan rastî ambûlansa ku berê ji bo alîkariya birîndaran hatibû sewqkirin, rastî êrîşê hat û ji rê derket.
Di vê vîdyoyê de pisporên bi unîformayên tenduristiyê ji kamyoneke agirkuj û ambûlanseke bi logoya Heyva Sor dadikevin û beriya ku dengê çekan bê bihîstin, yek ji van pisporan bi erebî dibêje hêzên Îsraîlî li vir in. Her wiha dengê yek ji rizgarkeran tê bihîstin ku ew dizane ku dê bimire û ji Xwedê lêborînê dixwaze.
Dengê vî rizgarker di vîdyoya tomarkirî de ye; Li cihê ku dibêje "Min bibore dayê, min ev rê hilbijart ku alîkariya mirovan bikim, Xwedê mezin e, Xwedê mezin e." Piştî wê gelek deng tê bihîstin, qîrîna hêzên rizgarker û dengê çekan tê.
Herwiha dîmenên satelaytê nîşan didin ku otombîlên rizgarkeran jî hatine binaxkirin û li kêleka wan 3 buldozerên leşkerî yên artêşa Îsraîlê û kolberek jî hene û van buldozeran li kêleka gora komî ya ku rizgarker tê de hatine binaxkirin, rêbendên axê çêkirine.
Bekir Turkmanî kordînatorê lêkolînê li Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan ku saziyeke fermî ya neteweyî ya parastina mafên filistîniyan e, di vê çarçoveyê de got: Vîdeoya kuştina bi qestî ya xebatkarên alîkariyê beşek ji derewên Rejîma Siyonîst ji bo rewakirina cinayetên xwe ye û nîşan dide ku ev rejîm çawa êrişî binesaziyên sivîl û kesên ku bi mebesta alîkariya sivîlan dikin.
Wî her wiha got: Ev fîlm bi tundî îdiayên siyonîstan dipirse û çîroka filistîniyan li pêşberî medyaya navneteweyî, civînên cîhanî û saziyên mafên mirovan û dadweriyê bihêz dike. Niha îmkan heye ku Filistîniyan dosyayek belgeyî ku tê de vîdyo, wêne, raporên bijîşkî û şahidên tawanên cengê yên Îsraîlê li dijî sivîlan tê de hene, pêşkêşî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bikin.
/Dawiya peyamê
Your Comment