12 June 2025 - 12:36
Ezidîyen Şengalê:Ziyareta Tawisê Pîroz û wateya wê

Piştî deh salan ji bo cara yekemîn gera Tawisê li Şengalê hate pêkanîn. Gera Tawisê li Şengalê peyama ewlehî û aştiyê bi xwere tîne. Civaka Êzidî piştî fermanê carekî din bi cil û bergên xwe yên gelêrî tawisa Şêxadî pêşwazî dikin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA —Gera Tawisê ku weke Sinceq jî tê naskirin, merasîmek pîroz a Êzidiyan e ku zêdetirî 400 sal e, ji hatina Şêxadî ve, tê kirin. Di vê rêûrisêmê de peykerekî Teyrê Tawis yê zêrîn heye, ku weke sembola ewlehî û aştiyê tê hesibandin, ji ber ku ew tenê diçe deverên ewle. Tawis yek ji sembolên herî pîroz di Êzidatiyê de ye.

Armanca Gera Tawisê

Armanca sereke ya Gera Tawisê ya salane belavkirina aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên civakî di nav civakê de ye. Kesên olî yên ji Laleşê, ku ji aliyê Civata Ruhanî ya Êzidiyan ve hatine erkdarkirin, vê ziyaretê pêktînin. Dema ku Şêxadî gihîşte Laleşê, wî Gera Tawisê da destpêkirin da ku nisîhetên xwe belav bike û Êzidiyan li ser baweriya wan perwerde bike.

Di fermana de tawis dihate talankirin

Di dîrokê de, ziyareta Tawisê ber bi herêma Xaltan (Bakurê Kurdistanê) ve jî berfireh bûye. Her herêmek ku Êzidî lê hebûn xwedî Tawisekî xwe yê taybet bû û tenê li Bakurê Kurdistanê 366 Xonaxên Tawisê hebûn, ku ev jî nîşana nifûsa mezin a Êzidiyan li wir bû. Lê, ji ber fermanên Osmanî û qirkirinan, Êzidî ji Bakurê Kurdistanê koçber bûn û Tawisê Bakur jî di encama van êrişan de hate talankirin û niha winda ye. Tê gotin ku ji bo heft herêmên cuda heft Tawis hebûn, lê ji ber van êrişan tenê Tawisê Şengalê û Tawisê Welat Şêx mane.

“Şerbik” û Ava wê ya Pîroz

Digel Tawisê, taseke avê heye ku jê re “Şerbik” tê gotin. Dema Qewal (kesên olî yên ku Tawisê dibin) di nav gel de digerin, Şerbikê bi ava paqij tije dikin. Her malbateke Êzidî beşekî biçûk ji vê avê dibe mala xwe. Ev av weke ava pîroz a Zemzem an jî Kaniya Spî tê hesibandin. Zarokên nûbûyî û kesên ku serdana Laleşê nekirine, bi ava Şerbikê tên “mohrkirin”, ji ber ku her Êzidiyek pêwîst e ku bi ava Kaniya Spî were mohrkirin. Ev yek Gera Tawisê dike rêyek hêsan ji bo kesên ku nikarin biçin Laleşê da ku vê erkê olî pêk bînin.

Pêşwazîkirina Tawisê

Dema ku Tawis dikeve gundekî, hemî endamên civakê wê bi pêxwasî û bi cilên kevneşopî yên Êzidiyan pêşwazî dikin. Dema Qewal dikevin gund, def û şibêbê lêdixin û gel jî li dora wan kom dibe.

Qonaxên Tawisê û Mêvanperwerî

Tawis serdana her malekê nake, lê qonaxên wê yên taybet hene, bi giştî li malên mezinên gundin. Li Şengalê 270 qonaxên Tawisê hene; 180 qonaxên rojê û 90 qonaxên şevê. Li qonaxên şevê, Qewal şevê dimînin, heta derengiya şevê beytên olî dibêjin û gundî jî govendên olî digerînin. Çira jî di malên mêvandar de tên pêxistin. Li qoanxên rojê, Qewal derdora nîvro digihîjin û serê sibehê diçin û gel xêratan dibe gel qewala.

Xwanê Tawisê û Pariyê Melek Salim

Piraniya malbatan sewalek serjê dikin ku jê re “Xwanê Tawisê” (Xwarina Tawisê) tê gotin. Serê sewalê ku hatiye serjêkirin divê were kelandin û li ser xwarinê were danîn. Lê, dema ku xwarin digihîje ber destê Qewalan, serê sewalê ji ser xwarinê tê rakirin û di nanekî de ji malbatê re tê şandin, ku jê re “Pariyê Melek Salim” tê gotin.

“Teskere” û “Berate”

Her wiha, ji bo her malbateke Êzidî girîng e ku “Teskere”ya xwe ji Qewalan bînin malê. Teskere ji “Berate” pêk tê, ku kevirê axê yê pîroz e ku li Laleşê tê çêkirin. Berê ji ber ku ne her kes dikarîbû serdana Laleşê bike, ew li benda Qewalan diman ku werin gundê wan da ku Berate bistînin.

“Pariyê Qewala” ji bo Zarokan

Ji bo zarokên ku dereng diaxifin an jî di axaftina wan de pirsgirêk heye, perçeyek xwarinê bi navê “Pariyê Qewala” ji Qewalan tê anîn û ji zarok re tê dayîn da ku ew baş biaxife.

Vegera Şengalê

Piştî Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, Tawis îsal cara yekem vegeriya Şengalê û bi dilxweşî ji aliyê civakê ve hate pêşwazîkirin.

Rola Qewalan di Gera Tawisê de

Qewal, ku di nav Êzidiyan de xwedî cihekî pîrozin, ne tenê Tawisê digerînin, di heman demê de agahiyên olî belav dikin û alîkariya gel dikin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ew wekî navbeynkaran di navbera gel û Ruhaniya Êzidiyan de ne. Di dema Gera Tawisê de, Qewal beyt û qesîdeyên olî dixwînin ku ev yek girêdana Êzidiyan bi baweriya wan re re xurt dike. Ji bilî vê, ew pêşbînî û şîretan li gel dikin, ku ev jî girîngiya wan bi hevre zêde dike.

Ezidîyen Şengalê:Ziyareta Tawisê Pîroz û wateya wê

Ezidîyen Şengalê:Ziyareta Tawisê Pîroz û wateya wê


Ezidîyen Şengalê:Ziyareta Tawisê Pîroz û wateya wê

Ezidîyen Şengalê:Ziyareta Tawisê Pîroz û wateya wê

Ezidîyen Şengalê:Ziyareta Tawisê Pîroz û wateya wê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha