12 June 2025 - 12:50
‘Pêwîstî bi nûnertiya jinan a rasteqîn heye’

Namzeta Qonaxa 6’an a Parlementoya Iraqê Zeyneb Mihemed destnîşan kir ku jin rû bi rûyên astengiyên aloz tên û got: “Ji sînordarkirina derfetên kar bigire heta tundiya civakî û zeîfkirina rola wan a di qadên biryarê de mafên wan tên binpêkirin. Ji bo wê pêwîstî bi nûnertiyeke rastetqîn heye ne tenê hejmar be.”

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA — Namzeta Qonaxa 6’emîn a Parlementoya Iraqê Doxtor Zeyneb Mihemed Emîn têkildarî tundiya li ser jinan û nûnertiya rasteqîn a jinana a li Parlementoya Iraqê ji Rojnewsê re axivî.

Doxtor Zeyneb Mihemed anî ziman ku bicihbûna jinana a li qadên girîng ya di nava civakê de hêdî hêdî baştir bûye û got: “Ev yek jî bi hişyarbûna civakê ve eleqedare. Lê hê jî li gorî daxwaza ku em dixwazin dûre.”

Zeyneb Mihemd diyar kir ku cihê jinan li Parlementoya Iraqê heye, lê ev yek nayê wateya ku rastiya bandora jinê garantî bike û got: “Îro pêwîstî bi nûnertiyeke rasteqîn heye ne ku tenê hejmar be. Divê jin hişyar û ji bo derxistina qanûnan jî xwedî kêrhatî û vîn be. Piştgiriya mafê aborî û civakî bike, dîsa jî deriyên perwerdê û serbixwebûnê ji bo wan bê vekirin.”

Your Comment

You are replying to: .
captcha