Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA —Komisyona Sekinîna Himber Nijadperestîyê ya Konseya Ewrûpayê di rapora xwe ya şeşan da ku duh weşand, ji hikûmeta Tirkîyê xwest ku sitratejîyeke netewî ya tam ji bo sekinîna himber nefretê û piştgirîya ji kom û çînên ber zîyanê li vî welatî amade bike.
Rapora Konseya Ewrûpayê herwha nîşan dide ku nefreta hibmer kêmîne, kurdan û penaxwazên sûrî li Tirkîyê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Di vê raporê da hatîye ku nefreta dijî kêmîneyan a di axavtinên rayedarên sîyasî yên Tirkîyê da jî bi awayekî bêmînak zêde bûye.
Your Comment