7 July 2025 - 10:51
Hevdîtina Serokê MÎTê û Barzanîyan

Serokê Rêxistina Istixbarata Netewî ya Tirkîyê (MÎT) li Hewlêrê bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistana Iraqê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA — Îbrahîm Kalin Serokê MÎTê ku nika li Hewlêrê ye, bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistana Iraqê ji wan Mesûd Barzanî Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokwezîr, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Rêber Ehmed Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Medyayên hikûmeta Tirkîyê ragihandin ku demajoya çareserkirina gêre û nakokîyan mêhwera sereke ya wan hevdîtinan bûye û Ibrahîm Kalin pêgirî ser bidawîhanîna şerê di navbera artêşa Tirkîyê û hêzên PKKê da kirîye û xwestîye ku şêdet û pevçûn li vê navçeyê werin bidawîhanîn.

Di wan hevdîtinan da hherwiha basa rewşa emnî ya Tirkmenan û rola wan di demajoya sîyasî ya Iraqê da hatîye kirin.

Serepeyv

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha