2 December 2025 - 14:04
‘Amerîka dixwaze Iraqê li gorî xwe dîzayn bike’

Li gorî şîrovekarên siyasî yên Iraqê Amerîka hewl dide peykerê dersthilata Iraqê li gorî xwe dîzayn bike û dibêjin; “Piştî ku Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya dest bi kar kir, gelek peyam tên dayîn, lê tiştek di pratîkê de pêknehatiye.”

Şîrovekarên siyasî yên Iraqê derbarê peyamên Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya yên derbarê komên çekdar yên Iraqê û hikumeta nû ya Iraqê de, ji ajansa mere axivîn.

Şîrovekar Esam Feylî ewil axivî û da zanîn ku Amerîka hewl dide di qonaxa bê de peykerê desthilata li Iraqê li gorî xwe dîzayn bike û got; “Bi taybet piştî ev yek di peyamên dawî yên rayedarên Amerîkayê de tên dîtin. Helwesta dawiyê ya Amerîkayê ne biryarek zelale, Amerîkayê berê jî bi rêya nûnerên xwe ragihand ku ew dixwazin Iraqê ji komên çekdar dûrbixin.”

Esam got ku Amerîka ji rola komên çekdar neraziye û got; “Amerîka dixwaze Iraq bibe beşek ji projeyên aborî û siyasî yên li herêmê, ew naxwazin Iraq bibe beşek ji projeya Îranê. Amerîka dixwaze piştgiriya dewletê bike û dixwaze komên çekdar jê dur bixe. Ji ber ku komên çekdar dibin sedema zextan, lewma Amerîka di demên dawî de peyamên xwe tundtir dike.”

‘Amerîka dixwaze Iraqê li gorî xwe dîzayn bike’

Esam di dawiya axaftina xwe de got; “Ya girîng ewe ku niha wê aliyên siyasî bersivek çawa bidin van peyamên Amerîka, gelo wê peyam werin paşguhxistin, yan wê bi cidî nêz bibin. Ev yek dikare Iraqê bixe nava qonaxek nû de. Di encam de ya niha tê dîtin Amerîka bi ti awayî naxwaze ti komek siyasî û komek çekdar ên ser bi Îranê di çarçvoeya hêza hikumetê de be.”

Şîrovekar Nizar Heyder jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman û got; “Heya niha gelek peyam tên dayîn, lê tiştek nayê dîtin. Tevî çend mehin Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya dest bikar kiriye, lê ji bilî peyamên di X’ê de belav dike, tiştek din nayê dîtin. Di rastiyê de di peyama dawî de jî tiştek nebû, me ew peyam berê jî bihistine. Lê xelkê Iraqê ji van peyaman axaftinana bêzar bûne, dixwazin tiştek rast bibînin. Ya livir bê pirsîn eve, gelo wê nirxandinên Amerîka bikevin meriyetê yan na?”

Nizar di dewamê de got; “Li gorî tê gotin Amerîka dixwaze vê carê peyamên xwe bixe meriyetê, lê ev yek jî niha tenê di çarçoveya axaftinan de maye.”
‘Amerîka dixwaze Iraqê li gorî xwe dîzayn bike’

Your Comment

You are replying to: .
captcha