Li gorî rapora ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehl-ul-beytê (s.x) – ABNA – Rojnama Haarets a Rejîma Sîyonîst herwiha nivîsî: Agahîyên aşkirabûyî ji wan 4500 peywendîyên bi telefonê yên ji telefona Neftalî Benet Serokwezîrê berê, 2400 peywendîyên telefonî yên Tisahî Birawermen Serokê Nivîsgeha Serokwezîr û 4600 peywendîyên telefonî yên telefona Aylit Şakîd Wezîrê Dadwerîyê yê berê yên vê rejîmê digire ber xwe. Di nav agahîyên telefonên destan ên van rayedarên Rejîma Sîyonîst ku hatine aşkirakirin da, hin wêne u vîdyo jî hene.
Koma sayberî ya Henzelê ew agahî u lêzanîn aşkira kirine ku berî vîya jî karîbû gellek agahîyên din ên rayedarên Rejîma Sîyonîst aşkira bike.
Ji hêla din va hat ragihandin ku Sexî Birawermen Serokê Nivîsgeha Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst bi armanca lêkolînên têkildarî aşkirabûna belgeyên nihênî hatîye desteserkirin.
……………………
Dawîya peyamîya
Your Comment