18 January 2026 - 00:15
HSD derbarê vekişîna xwe ji deverên rojhilatê Helebê de agahî da

Serfermandarê HSD ragihand ku HSD ji deverên rojhilatê Helebê vekişîya deverên rojhilatê Çemê Firatê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehl-ul-beytê (s.x) – ABNA –Mezlûm Ebdî di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand: Li gor vexwednina welatên dost û navbeynkar û ji bo nîşandana niyeta xêrê derbarê yekalîkirina pêvajoya tevlîkirinê û pabendbûna bi xalên peymana 10ê Adarê me biryar da ku îro, Şemiyê, hêzên xwe ji deverên rojhilatê Helebê vekişînin û li deverên rojhilatê Firatê bi cih bikin. Fermandetiya operasyonên artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê jî roja înîyê ragihand ku hejmarek endamên HSDê çekên xwe danîn û ji komên li bereya Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê cida bûn.Colanî, Srokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, ku hêzên wî di mehên dawî de li dijî Elewî û Durzuyên Sûriyê gelek cinayet kirine Çarşemiyê şev îdia kir ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de hatiye parastin. 

................

Dawiya peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha