2 February 2026 - 11:16
Amerîka li dijî Dayira Koçberî û Gumrukê rabû, nerazîbûnên mezin ên gelanî li seranserê vî welatî

Bi hezaran kesên nerazî li seranserê Mînyapolîs û herêmên din ên Amerîkayê bi duruşmeya derketina efserên Dayira Koçberiyê ji Mînyasotayê bi dû êriş u kuştina du welatiyên amerîkî dest bi meş û mîtîngan kirin.

Li gorî raporek ji Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ûl Beytê (s.x) – ABNA – Xwendevan û mamosteyên amerîkî di Roja Netweyî ya Nerazîbûnê de ji Kalîforniya hetanî New Yorkê polên dersê terikandin.

 Di çarçoveya tepeserkirina neteweyî ya koçberiyê de, Donald Trump serokkomarê Amerîkayê 3 hezar efserên federal şandin Mînyapolîsê ku bi amûrên taktîkî ku hêzeke pênc beramberî Dayira Polîs a Mînyapolîs diger ber xwe, li kolanan dest bi gereçavdêriyê bikin. Çendîn hezar kes di sirra bin sifr pileyê de li navenda bajarê Mînyapolîs bona protestokirina zêdekirina taktîkên efserên Dayira Koçberî û Gumrukê kom bûn. 

 Ev meş û nerazîbûn ji Mînêsotayê pekiyan cihên din jî, bi awayekî ku xwepêşander li 46 eyalet û bajarên mezin ên wekî Newyork, Losancilis, Şîkago û Waşîngtonê bi druşmeyên wekî - kar tine, dibistan tine, kirîn tine, bûceya Dayreya Koçberiyê rawestînin- siyasetên Trump protesto kirin. 

……………….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha