Ajansa Navneteweyî ya Nûçeyan a AhlulBaytê (S.X) - ABNA– Haşim Elewî got: Endamên DAIŞê yên veguhestine Iraqê, hejmara wan anegorî nêzî 7 hezar ksên li Sûrîyê hatine desteserkirin, gellekî kêm e û hin kesên bo Iraqê hatine veguhestin, ji serkirdeyên DAIŞê ne.
Wî herwiha got: Beşeke kesên ji Sûrîyê bo Iraqê hatine veguhestin, welatîyê Iraqê ne û Bexdayê berî vîya hewil daye ku demajoya veguhestina wan hêsan bike.
Elewî herwiha got: Kesên ku sûc kirine, ji bo dadgehan tên nasandin û kesên bêsûc jî dê bo navendên perwerdeya civakî u rewanî bên veguhestin u rewşa wan were hilkolandin.
Konseya Bilind a Dadwerîyê ya Iraqê jî ragihand ku lêkolîn u lêpirsîna têkildarî hezar u 387 endamên koma terorîst a DAIŞê dest pê bûye ku vê dawîyê ji kampên li Sûrîyê hatine wegirtin.
………..
Dawiya Peyam/
Your Comment