3 February 2026 - 19:32
“Hêzên ewlekariya navxweyî yên hukûmeta demkî ya Sûriyê ketin Qamişlo”

Servîsa Sûriyê – Hêzên ewlekariya navxweyî yên hukûmeta demkî ya Sûriyê, bi serokatiya “Merwan Elî”, fermandarê ewlekariya navxweyî ya Hesekê, ketin bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (S.X)-ABNA-Li gorî rapora KurdPressê, hêzên ewlekariya navxweyî yên hukûmeta demkî ya Sûriyê, bi serokatiya “Merwan Elî” fermandarê ewlekariya navxweyî ya Hesekê, ketin bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê. Ev hêz, ku girêdayî Wezareta Karên Hundirîn ya Sûriyê ne, di çarçoveya peymana navbera hukûmeta Dimeşqê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (SDF) de ketin bajarê.
Di 30’ê Kanûna Yekemê ya 2026’an de, Hêzên Demokratîk ên Sûriyê nivîsa peymana xwe ya bi hukûmeta demkî ya Sûriyê re weşandin. Li gorî vê peymanê, rawestandina pevçûnan di navbera her du aliyan de piştrastkirî ye û rêbazên yekxistina hêzên leşkerî û îdarî yên her du aliyan hatine diyarkirin.
Li gorî peymanê, hêzên leşkerî ji xetên pevçûnê paşve vekişin û hêzên ewlekariya Sûriyê yên bin Wezareta Karên Hundirîn de, berpirsiyariya parastina ewlekariya bajarên Hesekê û Qamişlo bigirin. Herwiha, yekîneke leşkerî ya nû tê damezrandin ku ji sê lîwa (tîp)ên hêzên SDF pêk tê.
Di çarçoveya peymanê de, lîwayeke din jî ji bo hêzên Kobanê li sînorê parêzgeha Helebê tê damezrandin. Beşeke din a peymanê jî bi yekxistina saziyên îdarî re girêdayî ye; bi awayekî ku rêxistinên xweser ên herêmî bi saziyên dewletî re têne tevlihev kirin û karmendên sivîl di strukturên dewletê de cîh digirin.
Herwiha, mafên sivîl û çandî yên gelê Kurd hatine piştrastkirin û vegera koçberan bo herêm û xaneyên xwe jî hatî garantîkirin.
Di vê çarçoveyê de, “Merwan Elî” fermandarê ewlekariya navxweyî ya Hesekê, bi rêberiya “Nûreddîn El-Baba” axaftvanê Wezareta Karên Hundirîn ya Sûriyê re, serdana navenda hêzên Asayîşê li Qamişlo kirin da ku pêvajoya radestkirin û firehkirina ewlekariya navxweyî li vê bajarê bişopînin.
…………
Dawiya peyam/
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha