3 February 2026 - 21:57
Bankirina balyozên welatên endamê YE bo Wezareta Derve ya Îranê

Cîgirê Wezîrê Karên Derve û Ser-rêveberên têkildar yên li Wezareta Karên Derve ya Îranê gazî Balyozên welatên endamê YE kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X)-ABNA– Di vê civînê de helwesta fermî ya Îranê derheq şermezakirina biryarên YE hat ragihandin û hat tekezkirin ku ev kiryara YEyê, neberpirsane ye û prensîpên bingehîn ên NY û mafên navnetweyî bi taybet xala rêzgirtina li serweriya neteweyî ya welatan û destwerdana di karûbarên navxweyî yên hikûmetên din de binpê dike.
Îran ev biryar, wekî şaştiyeke startejîk û wekî bêrêziyeke li gelê Îranê dan zanîn ku nayên baxişînê. YE ji ber helwêstên hinek endamên xwe yê sereke li himber alûgurên navçeyê ji wan piştgiriya wan ji Rejîma Siyonîst jînosayda filistîniyan, erêkirina destdirêjiya leşkerî ser Îranê û her wiha piştgirya ji kiryarên  terorîstî li dijî gelê Îranê di heyamê 8 heta 10ê Çilleya 2026an hatin rexnekirin. Her wiha bi amajeya ser rol û erkdariya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî wekî berevanê ewlehiya neteweyî ya Îranê û yek ji hêzên herî bibandor li himbe terorîzma DAIŞê, biryara YE li dijî vê saziyê, wekî kiryareke neqanûnî, kiryareke xeternak di têiliyên navdewletî de û sedema lawzbûna aşitî û ewlehiya cîhanî û hevkariyên li dijî terorîzmê hat zanîn.
Di dawiyê de jî, balyozên welatên endamê YE ragihandin ku  ew dê van mijar û helêwstên ku hatine hilêxistin di zûtirîn demê da ragihînin rayedarên têkildar ên welatê xwe.
……….
Dawiya Peyam/
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha