9 February 2026 - 22:09
Gerrê(Sefera)Lezgîn yê Netanyahuyê bo Waşington piştî danûstandinên Amerîkayê û Îranê

Ragihandina serdana Netanyahû ya pêşwext bo Waşingtonê piştî hevdîtinên Amerîka û Îranê li Umanê, li gel daxuyaniyên Trump û Huckabee, gumanên li ser îhtîmala lihevkirin an kiryareke leşkerî gurtir kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (S.X) - ABNA- Daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ya derbarê sefera Netanyahû ya pêştir ji plana xwe ya ji bo Waşingtonê ji bo hevdîtina bi Trump, di nav derdorên siyasî yên herêmên dagîrbûyî de bû sedema pêleke analîz û texmînan. Ev civîna ku biryar e roja çarşemiyê were lidarxistin, di demekê de ye ku dewra yekem a danûstandinên navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê vê dawiyê li Umanê hat lidarxistin.
Li gor daxuyaniya fermî, ev heftemîn hevdîtina Netanyahu û Trump ji destpêka rêveberiya nû ya Amerîkayê di heyama zêdetirî salekê de ye; Li gorî çavdêran ev hevdîtin weke hejmareke nedîtî hatin binavkirin.
Daxuyaniyên vê dawiyê yên Trump li bara "gelekî baş"bûna gotûbêjên ligel Îranê û tekezî li ser berdewamiya gotûbêjan, li navçeyên dagîrbûyî bi bertekên hişyarker û carna jî nîgeranker re rû bi rû ne. Herwaha ragehand ku, Amerîka ji bo kiryarê lez nake; Helwestek ku hin analîstan wek dûrketina ji helwestên berê yên Qesra Spî nirxandin.
Di vê navberê de, "Mayk Hakbî " sefîrê Amerîkayê li Rejîma Siyonîstî li hevpeyvîna digel kanala 14 a vê rejîmê tekez kir ku Trump li ser sozên xwe maye û eger pêvajoya niha ji aliyê Têhranê ve bidome, dê gav bavêje. Wî amaje bi hevdîtinên li Umanê jî kir û got ku ewê encamên van hevdîtinan ji tîma Amerîkayê werbigirin.
Mayk Hakbî bi cidî nirxandina gefên Îranê li dijî Amerîka û Rêjîma Siyonîst got: Eger Îran mûşekên dûravêj bi dest bixe, ev welat dikare rasterast ji bo Amerîkayê bibe gef.
Di heman demê de raya giştî li herêmên dagîrbûyî bi hûrî geşedanên dawî dişopîne û hin medya liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê dişopînin, di nav wan de tevgera gemiyên firokehilgir jî, ji bo nirxandina nîşaneyên bilindbûna aloziyê yan jî çalakiyên leşkerî yên muhtemel.
**************
Dawiya peyamê/ 
Tags
Amerîka
Trump
Netanyahu
Rejîma Siyonîst
Iran
Oman
danûstandinan
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha