9 February 2026 - 22:47
Sekreterê Giştî yê Meclisa Cîhanî ya  Ehl-ul Beytê (S.X):Îmam Xomeynî
hêvîdariya pasîf veguherand bo gotarek çalak û medeniyet-avaker

Hezretê ayetulah Remezanî amaje bi veguhertina gotara bendewariyê ji aliyê Îmam Xumeynî (re) de, eşkere kir: Îmam bendewariya pasîf û nerênî guhert û kir bendewariyeke çalak, meydanî û medeniyetsaz.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehl-ul-beytê (s.x) Ayetullah Riza Remezanî, Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlê Beytê (S), roja Duşemê di merasîma nûkirina peymanê bi armancên Îmamê Rahil (ra) de، bi îşaretê li ser erk û firehiya çalakiyên vê mecmeyê، got: Civata Cîhanî ya Ehl-ul-beytê (S) bi zêdetirî 130 welatan re têkiliyê heye û wek sazîyek gelî، ji kesayetiyên navdar ên zanistî، dînî û ramanperwerên Ehlibeytî li seranserê cîhanê pêk tê. Endamên Şûraya Bilind a vê mecmeyê jî ji çehreyên navdar ên cîhana Şîeyê ne ku bi fermana merceʿiya bilind a Şîeyê، Hazret Ayetullah Uzma Xameneyî، berpirsiyariya rêberiya karûbarên Şîeyan li cîhanê li ser milê wan e.
Civaka Mehdawî؛ civake aqil، ewleh û exlaq-navîn
Wî di ravekirina du nêrînên cuda li ser axirzemanê de got: yek nêrîn، nêrîna hilweşandinê û têkçûna exlaqî ye ku axirzeman wek dawiya mirovahiyê nîşan dide؛ nêrînek ku Hollywood jî wê belav dike. Lê nêrîna duyemîn، nêrîna çêker û Qur’anî ye ku vaadê dide ku di dawiyê de erd dê bikeve destê salihan؛
«أَنَّ الْأَرْضَ یَرِثُهَا عِبَادِیَ الصَّالِحُونَ»
û ev vaada Xwedê ye ku qet têk naçe.
Ayetullah Remezanî bi îşaretê li taybetmendiyên civaka moudûd got: di civaka demê xuya bûna (zuhurê) de، zanîn bi firehî vedigire؛ bi awayekî ku li gorî rîwayetan، ji 27 beşên zanînê tenê du beş heta niha xuya bûne û di wê demê de zanîn bi manaya xwe ya temamî digihîje lûtkeyê. Civaka pêşerojê dê bibe civakek aqil، ewleh û exlaq-navîn؛ civakek ku tê de salihan desthilatê distînin û çêkirin di qada bawerî، exlaq û şerîetê de pêk tê.
Îmam Xomeynî (ra) nêrîna tewhîdî ya li ser mirov vegerand
Wî zêde kir: mirovê îro bi tîna dadwerî، ewlehî û keremeta mirovî dijî، lê di nîzama serdestiyê de aqilîtî bê manewîtiyê tê pênasekirin؛ aqilîtiyeke sûd-parêz ku ji exlaq û îmanê veqetiyaye. Ev di heman demê de ku Qur’ana Pîroz zêdetirî 300 ayetan li ser teʿaqul، aqilî û girêdana aqil bi manewîtiyê heye û ev jî heman gotara Mehdawiyetê ye.
Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-ul-beytê (s.x) bi îşaretê li ser krîzên cîhanî yên îro got: feqîrî، cudakarî، bêdadî، nijadperestî û kolehiya nû gihîştine lûtkeyê. Muzakere di mantîqa nîzama serdestiyê de wateya şermdarî û tehdîdkirina gelan e. Îmam Xomeynî (s.x) ev gotara serdestî-axê di bin pirsê de anî û nêrîna tewhîdî ya li ser mirov vegerand؛ nêrînek ku mirov wek hebûnekî Xwedayî، kerametdar û çalakdibîne.
Wî teqez kir: Îmam (s.x) mirov bi xwe re li aştiyê anî û ev aştiya bi xwe re، bû sedema aştiyê bi Xwedê û bi kesên din. Ev nêrîna hevger، mirovahiyê bang kir ku bi rêbazeke tewhîdî “bihişta dinyayê” ava bike. Îman، dadwerî û ewlehî îro li cîhanê mazlûm in û heke zanîn ji îmanê veqetî، dê facîeyan wek yên ku li Xezzeyê têne dîtin، dubare bibin.
Guherîna gotara li bendewarîyê bi destê Îmamê Rahil (ra)
Ayetullah Remezanî bi rexneya nêrîna amûrî ya Rojava li ser têgehên wek mafên mirovî، mafên jin û azadiyê got: di heman asrê de ku sloganên mafên mirovî têne dayîn، zarok û jinên bêparastin bi awayekî herî xurt tên kuştin. Azadiya rastîn bangeka hevbeş a hemû pêxemberên Xwedê bû û Îmam Xomeynî (ra) bi nêrînek peyxemberane ev têgeha resenî nû ve jiyan kir û netewa Îranê gihand serxwebûnê؛ serxwebûnek ku bihayên giran wek şehîdbûna zanistvan û fermandarên welatê li dû xwe hişt.
Wî bi îşaretê li ser guherîna gotara li bendewarîyê ji aliyê Îmamê Rehêl ve got: Îmam bendewarîya pasîf û neyînî guherand bo bendewarîyeke çalak، meydanî û medeniyet-avaker. Bendewarî wateya amadekarî، çalakî û berpirsiyarî ye û ji ber vê yekê di rîwayetan de wek “herî baştirîn çalakî” hatî binavkirin.
Sekreterê giştî yê Civata Cîhanî ya Ehl-ul-beytê (s.x) di dawiya axaftina xwe de bi teqezî li ser domandina vê rêyê ji aliyê Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ve got: Hazret Ayetullah Uzma Xameneyî heman rêya Îmamê bi sadejiyanî، hêz، qewet û bi heman armancê didomîne. Erkê Civata Cîhanî ya Ehl-ul-beytê (s.x) jî ev e ku gotara Ehl-ul-beyt (s.x)ku rûspî li ayet û rîwayetan e ـ bigihîne nêrxwaz û gelên cîhanê؛ ji ber ku fatihên pêşerojê ew in ku baştirîn fikir، exlaq û ramanê pêşkêşî mirovahiyê bikin.
........
Dawiya peyamê / 
Etîket
Ayetullah Remezanî
Nûkirina peymanê
Civata Cîhanî ya Ehl-ul-beytê (s.x)
Îmam Xomeynî
 

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha